Rojnamevan Sezgîn Kartal beraet kir 2024-06-25 14:29:30   STENBOL - Rojnamevan Sezgîn Kartal ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin beraet kir.    Danişîna doza ku rojnamevan Sezgîn Kartal bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” jê tê darizandin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê giran a Edliyeya Stenbolê hate lidarxistin. Kartal tev li danişînê nebû, parêzerên wî Merîç Eyuboglû û Berfîn Karaşah amade bûn.    Dozger mutalaya xwe ya beriya niha bi daxwaza ceza pêşkeş kiribû dubare kir. Parêzerê Sezgîn Merîç Eyuboglû yê li dijî mutalayê parastin kir, wiha got: “Yekane delîl, îdiaya li ser muwekîlê min ew e ku çûye Pirsûsê û di 26’ê îlona 2014’an de 3 saetan sinyal jê nehatiye wergirtin. Dibe ku di van 3 saetan de şarjê telefona wî qediya be, telefona wî nekişandibe. Lê 3 saet ji bo ‘endamtiya rêxistinê’ weke delîl tên nîşandan. Îdiaya ku muwekîlê min di 26’ê îlona 2014’an de derbasî Kobanê bûye û 3 saetan li wir maye û vegeriya ye ne di çarçoveya mantiqê de ye û li dijî rewşa asayî ya jiyanê ye.” Eyuboglû daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir.    ‘NIKARE QALA ENDAMTIYA RÊXISTINÊ BÊ KIRIN’    Parêzer Berfîn Karaşah jî bi lêv kir ku çalakiyên ku muwekîlê wê pê tê sûcdar kirin pêk hatibin jî bi çalakiyên di dosyayê de hêmanên sûc ên endamtiya rêxistinê pêk nayên û got: “Heke weke ku tê îdiakirin muwekîlê min bi rêyên ne qanûnî de derbasî Kobanê bibûya jî ev da bibe sûcê derbaskirina sînor. Ji bo ku sûcê rêxistinî pêk were têra xwe hêmanên madî nînin.”   Dadgeha ku qaneh bû ku Kartal sûcê ku pê tê sûcdarkirin nekiriye, biryara beraeta Kartal da.