Di agirkujiya DBB’ê de rewşa seferberiyê: Destûr hatin betalkirin 2024-06-25 14:05:49   AMED - Midûriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar kir ku ji bilî rewşên lezgîn destûra personelan hatiye betalkirin û da zanîn ku di 22 rojên dawiyê yên meha hezîranê de mudaxileyî hezar û 333 şewatan hatiye kirin.    Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) têkildarî şewata di navbera navçeya Çinar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de derket, ji bo ku sedemê şewatê lêkolîn bike û xesarê tespît bike Komîsyona Tespîta Xesarê ya ji 6 kesan pêk tê ava kir. Midûrê Şaxa Agirkujiyê Selahattîn Zenger, Amirê Perwerdehiyê yê Agirkujiyê Îhsan Gezer, Amirên Agirkujiyê Hasan Ûgûrlû û Seyfettîn Salci, ji Serokatiya Daîreya Tenduristiyê Beytar Hasan Korkmaz û ji Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan Endezyarê Ziraetê Îlhan Başol di komîsyonê de cih girtin. Komîsyonê lêkolînên xwe yên li cihê herêmê ku 3 rojan berdewam kir, temam kir.    Endamên komîsyonê ragihandin daneyên hatin bidestxistin dê di rojên pêş de bi sazî û dezgehan re bên parvekirin.    DI NAVA HEFTEYEKÊ DE 453 ŞEWAT   Li aliyê din Agirkujiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî şewatên di rojên dawî de derketin agahî parve kirin. Di daxuyaniya hate dayîn de hate ragihandin ku di 22 rojên dawiyê yên meha hezîranê de mudaxileyî hezar û 333 şewatan hatiye kirin û ji van şewatan 453 di nava hefteya dawî de derketine. Di daxuyaniya hate dayîn de wiha hate gotin: “Di navbera mehên hezîran û mijdarê (6 meh) yên 2020’an de mudaxileyî hezar û 3, di navbera mehên gulan û mijdara (7 meh) 2021’an de mudaxileyî 489, di navbera hezîran û mijdara (6 meh) 2022’an de 485, di navbera mehên hezîran û kanûna (7 meh) 2023’yan de mudaxileyî 810 şewatan hate kirin.    Ev hejmar di meha hezîrana îsal de bi awayekî berçav zêde bûye û bûye hezar û 333. Ji vê hejmarê di 7 rojên dawîn ên di navbera 17-23’yê hezîranê de hejmara mudaxileyên şewatê tam bû 453. Di vê mijarê de hejmara şewatên ku di hezîrana îsal de hatine destwerdan ji sedî 62 zêde bûye û ji hejmara par zêdetir bûye.”   Serokê Daîreya Agirkujiyê Azad Yildiz diyar kir ku ew rojane mudaxileyî 60 şewatan dikin. Yildiz aşkere kir ku ekîbên îtfaiyeyê bi baldarî midaxaleyî şewatan kirin û pêşî li şewatên muhtemel girtin û destnîşan kir ku ji xeynî rewşên awarte hemû destûrên karmendên wan hatine betalkirin.   Yildiz, got ku nifûsa bajêr digihêje 2 milyonî û bi lêv kir ku agirkujiya bi kêmasiya amûr û xebatkaran re rû bi rû ye. Yildiz destnîşan kir ku ji ber rûbera bajêr divê di agirkujiyê de 510 xebatkar bixebitin lê bi 310 xebatkaran xizmetê didin. Yildiz diyar kir ku hejmara wesayiten îtfaiyeyê 52 ye, di çarçoveya hewcedariya bajêr de divê bibe 90.   Ji bo zirara canî û madî û zirara xwezayê çênebe, Yildiz ji welatiyan xwest ku binikên cixareyê û şûşeyên camê neavêjin qadên ku zeviyên çandiniyê lê hene; û her wiha Yildiz bang li cotkaran kir ku ji bo şewitandina pirêzeyê hestiyartir tevbigerin û agir bernedin pirêzeyên xwe.