Bahçelî li Meclisê aciz bû 2024-06-25 12:52:40   ENQERE - Serokê Giştî yên MHP’ê Devlet Bahçelî piştî civîna komê ya Meclisê aciz bû.    Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî. Bahçelî ji ber pirsgirêka xwe ya tansiyonê bi derengî dest bi axaftina xwe kir. Bahçelî şûna promterê axaftina xwe ji kaxizên li pêşiya xwe wek rûniştî xwend.   Piştî axaftina xwe Bahçelî demekî nekarî ji cihê rabe ser piyan. Partiyiyên li dora ji bo rabûnê alîkariya Bahçelî kirin.    Rojnamegerên di derketina eywanê de disekinîn ji Bahçelî hatin dûrxistin. Serokê MHP’a Enqereyê Alparslan Dogan ji rojnamegerên piştî şirîdê hatine girtin re wiha qêr kir: “Derkevin, derkevin, herin herin.”   Bi berteka rojnamegeran, Dogan ji rojnamegeran dûr ket.