Dermankirina sewalên birîndar didome 2024-06-25 12:30:32   AMED - Dermankirina çendek sewalên ji ber şewata herêmên çolter ên Amed û Mêrdînê birîndar bûne, di Navenda Lênêrîn û Rehabîlîtasyona Ajalan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de didome.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî ku mudaxile li şewata Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê kir û sewalên ji şewatê rizgar kiriye derman dike. Navenda Lênêrîn û Rehabîlatasyona Sewalan a Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê karûbarên dermankirina sewalên ji şewatê bandor bûne didome. Li gel 2 beytar û 3 xebatkarên qadê, tîmên Şaredariyên bajarên mezin ên Amed û Wanê û tîmên Zanîngeha Dîcleyê jî di xebatên alîkariya lezgîn de cih digirin. Tîmên tenduristiyê gelek sewal derman kirin. Piştî mudaxileya ewil sewal li gel tîmên Şaredariya Beşîktaşê ya Stenbolê hatine tên dermankirin.    SEWALÊN BIRÎNDAR HATIN DERMANKIRIN   Berpirsê Navenda Lênêrîn û Rehabîlîtasyona Sewalan Jêhat Altûn anî ziman ku ew wek Serokatiya Daîreya Tenduristiyê ji kêliya ewil li qadê tev li mudaxileyê bûne û da zanîn ku ew wek tîmên Lênêrîna Mala Sewalan bi tîmên Odeya Beytarên Amedê, Midûriyeta Cotkariyê ya Amedê û Zanîngehê re bi awayekî koordîneyî sewalên birîndar derman kirine. Altûn derbarê xebatên xwe de ev tişt gotin: “Roja ewil 7 pez, 4 bizin bi giştî 11 sewalên birîndar hatin dermankirin. Roja piştre ji bo derziya tetanosê sewal sewqî Stenbolê hatin kirin. Roja duyem bi tîmên Şaredariya Beşîktaşê re em derbasî qadê bûn. Li wê derê jî sewalên cotgehê hatin dermankirin.    Altûn diyar kir ku ji herêma şewatê yek jê sewalê yeksimî bi giştî 11 sewal anîne li cihê venêrînê û da zanîn ku hêj jî dermankirina sewalan didome. Altûn da zanîn ku dema dermankirina sewalan dawî bû ew ê sewalan bidin xwediyên wan.    ‘EM HER ROJ LI HERÊMA ŞEWATÊ NE’   Tevî tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tîmên Şaredariya Beşîktaşê jî di xebatên dermankirina sewalan de cih digirin. Beytar Ozgur Karadenîz anî ziman ku ew bi Ambûlansa Mobîvet a Sewalan ve hatine li herêma şewata li Amedê. Karadenîz derbarê xebatên dikin de ev tişt gotin: “Em ji bo sewalên ji şewatan bandor bûne, derman bikin li vê derê ne. Ev 4 roj in em li qadê ne. Mixabin heya îro sedan sewal mirin lê belê em bi Mala Lênêrîna Sewalan û Navenda Rehabîlîtasyonê re dermandkirina sewalên dijîn didomînin. Em di heman demê di qadê de jî xebatan didomînin. Em ji bo dermankirina sewalên wek sivik birîndar bûne rojane diçin li herêma şewatê. Em ji bo mazuvanî û hestiyariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pir spas dikin.”