Danişîna rojnamevan Kaya hat taloqkirin 2024-06-25 12:26:03   AGIRÎ - Danişîna doza rojnamevan Abdullah Kaya yê bi îdiaya “endamtî û alîkariya rêxistinê” tê darizandin, hat taloqkirin.    Danişîna 30’yemîn a doza nûçegihanê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Abdullah Kaya ku bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” û alîkariya rêxistinê kiriye” tê darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat lidarxistin. Kaya yê negirtî tê darizandin di danişînê de amade bû û parêzerên wî mezaret dan nîşandan û beşdarî danişînê nebûn.    Dozger xwest xisûsên kêm yên di dosyeyê de bên temamkirin.    'ÇAPEMENIYA AZAD TÊ DARIZANDIN’    Kaya di danişînê de axivî û destnîşan kir ku ew rojnamevan e û tu sûcek nekiriye û got: “Di şexsê min de rojnamevanî û çapemeniya azad tê darizandin. Divê êdî li Tirkiyeyê rojnamevan neyên darizandin. Tu sûcekî min nîne û ez dixwazim bêm beraetkirin.”    Şandeya dadgehê ji bo xisûsên kêm di dosyeyê de bên temamkirin danişînê taloqî 24’ê îlonê kir.