'Wê qeyûm û desthilat tev de biçin' 2024-06-24 22:15:30   ÎZMÎR/ENQERE - Li Enqere û Îzmîrê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê çalakiya nobetê berdewam dike. Di çalakiyan de hate gotin ku wê qeyûm û desthilat biçe.   Li Enqere û Îzmîrê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê çalakiyên nobetê berdewam dikin.   ENQERE   Li Enqereyê jin bi banga Platforma Jinan li ber Şaredariya Çankayayê ya li Kolana Sakaryayê li hev civiyan. Li vir bi pankarta “Jin ji bo Colemêrgê li ser erka xwe ne” dest bi çalakiya rûniştinê kir.   Jinan bê navber dirûşmên "Bijî hevgirtina jinan", "Qeyûm darbe ye", "Bijî berxwedana Colemergê", "Qeyûm wê biçe, em ê bimînin" berz kirin. Jinan bendikên reş li milên xwe girêdan.   Li ser navê platformê Buse Ûçer daxuyanî da çapemeniyê û got: “Em jin têdigihêjin ku qeyûm tê çi wateyê. Weke demên berê, di vê serdemê de jî çalakiya yekemîn a qeyûman hilweşandina avahiyên ku ji aliyê jinan ve hatine avakirin bû. Li Amedê jî midûrê daîreya jinan ji aliyê qeymeqam ve ji wezîfeyê hat girtin û hat binçavkirin."   Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher jî mafê axaftinê girt û got: “Demeke dirêj e jin li qadan deng derdixin, îro ne tenê li ser vîna gelê Kurd, li her derê qeyûm tayîn dikin. Rejîma sîstematîk a desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Şewata li Mêrdîn û Amedê îro di her aliyê jiyana me de ye. Îro divê em zêdetir bi hev re bijîn. Di heman demê de polîtîkayên wesayetê çi bûn? Ne tenê qeymeqam, dê ev sîstem û ev hikûmet jî biçe."   Piştre jinan bi lêxistina tembûrê nobet berdewam kirin.   ÎZMÎR   Li Îzmîrê jî Nobeta Edaletê li ber Sumerbankê berdewam dike. Di nobetê de êlekên li ser “Li hemberî desteserkirinê em di nobetê de ne” li xwe hatin kirin.   Çalakî bi axaftin û dirûşmeyan berdewam kir.