Ciwanê di Gola Wanê de winda bûye hêj nehate dîtin 2024-06-24 13:18:37   WAN - Ahmet Hîlmî Hanalp ê dixwest derdora Girava Çarpanakê avjeniyê bike, di Gola Wanê de winda bû. Xebatên peydakirina Hanalp di roja 5’emîn de berdewam dikin.    Ahmet Hîlmî Hanalp ê 22 salî dema bi hevalê xwe re li derdora Girava Çarpanaka girêdayî navçeya Tûşbaya Wanê avjeniyê dikir winda bû. Xebatên peydakirina Hanalp ên di gola Wanê de berdewam dikin. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi tîmên pispor a ji 7 kesan pêk tê, di binê gola de xebatên lêgerînên yên bi 30 deqeyan didomin ev 5 roj in Hanalp digerin. Tîmên ku xwe digihînin 25 metreyên bin ava behrê, di 5 rojan de nêzî hezar û 500 metrekareyan lêgerîn kirin. Tîmên ku heya niha xwe negihandine tu şopên Hanalp, li derdora giravê xebatên xwe didomînin.