Dema du bira û pismamê wan xwest şewatê vemirînin jiyana xwe ji dest dan 2024-06-24 11:05:34   MÊRDÎN - Birayên hev Mazhar û Nûrî Demîr ên ji bo mudaxileyî şewata di navbera Amed û Mêrdînê de derket bikin ji malê derketin, li gel pismamê xwe Hasan Demîr ên bi hev re çûn jiyana xwe ji dest dan.    Li navçeya Şemrex a Mêrdînê û navçeya Çinar a Amedê di şeva 20’ê hezîranê de şewat derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gundê Kelekê yê girêdayî navçeya Şemrexê ku şewatê herî zêde zirar dayê û 10 kesan lê jiyana xwe ji dest da, du kesên ku jiyana xwe ji dest dan birayên hev Mazhar û Nûrî (Aşir) bûn. Ji birayan Mazhar 24 salî û Nûrî jî 22 salî bû. Birayên ku çawa agahiya şewatê wergirtin ji bo mudaxileyî bi bez derketin xwestin birayên hev Abdûrrahman û Ûbeydûlah Bûgdayci yên li gundê Tobînî yê cîranê wan e di nava şewatê de mabûn xelas bikin. Lê bi birayên hev Bûgdayciyan re bi awayekî biêş jiyana xwe ji dest dan.    Birayên hev Mazhar û Nûrî ji bo ku ji malbata xwe re bibin alîkar ji lîseyê ve neçar man dibistanê terk bikin. Nûrî Demîr li gund şivantî dikir û ji bo debara malbata xwe dibû alîkar. Mazhar Demîr jî ji bo karê montekirina pola diçû bajarên cuda bixebite. Mazhar Demîr piştî ku xizmên wan ên weke karkerên çandiniyê yên demsalî çûbûn Sakaryayê di sala 2020’an de êrişa nijadperest li wan hate kirin, biryar girt ku êdî karkeriya demsalî neke û ji wê salê ve dest bi karê montekirina pola kir. Mazhar Demîr ê amadekariyên nîşanê dikir, dan û standina xwe kiribû û ji bo 23’yê hezîranê eywan girtibû. Lê malbata wî ya ku plan dikir nîşanê bikin, neçar ma cenazeyê wî veşêrin.    HER SÊ BI HEV RE ÇÛN    Yek ji xwişka wan Hêlîn Demîr anî ziman ku şeva bûyerê weke malbat li mala xwe rûniştibûn û çay vedixwarin, dema ew çû serbanê malê şewat ferq kir. Demîr, diyar kir ku li ser vê yekê kete malê û malbata xwe têkildarî şewatê agahdar kir û got: “Di yek carê de ceyran çûn. Di wê kêliyê de kekên min ji malê firiyan û derketin çûn. Li ber mala me motora (traktor) me hebû. Ligel pismamê me Hasan (Demîr/jiyana xwe ji dest da) hersê li motorê siwar bûn, li korneyê dan û çûn. Gundî jî ketin pey wan. Em jî ji bo şewatê vemirînin derketin. Me nedizanî ku şewat evqas mezin e. Piştî ku şewat di yek carê de ber bi me ve hat gundî sekinîn û xwestin em bi paş ve vegerin. Em deh kes li wesayîtekê siwar bûn û vegeriyan di wê kêliyê de jî şewat li pey me dihat.”   JI PÊLAVA WÎ TEŞHÎS KIRIN    Demîr, anî ziman ku pişt re ji bo kekên xwe bibînin dîsa çûn herêma şewat lê heyî û bi lêv kir ku dema rastî birîndaran hatin li ambûlansê geriyan. Demîr, diyar kir ku ambûlansa ku her carê ji wan navnîşana vekirî dixwest, ji wan xwestiye ku leşker wan agahdar bikin û sê saetan tu kes nehatiye. Demîr, bi lêv kir ku gundî çûne cenaze anîne û wiha domand: “Ewilî 3 cenaze anîn. Kekên min di nava wan de nebûn. Pişt re 4 cenazeyên din jî anîn. Nûrî di nava wan de bû. Mazhar nebû. Birin ambûlansê lê tiştekî ku bikin nebû, jiyana xwe ji dest dabûn.”   Demîr, da zanîn ku helikopter di saetên serê sibê de hatiye, hîn bûn ku cenazeyê kekê wê Mazhar ji aliyê gundiyên Tobînî ve hatiye dîtin û birine nexweşxaneyê û li morgê ji pêlava wî ew teşhîs kirine.    ‘AMBÛLANS LI BENDA FERMANA LEŞKERAN MA’   Demîr, bi lêv kir ku kekên wê weke hevalekî bûn, wan amadekariyên nîşanê dikirin û li Amedê eywan kirê kiribûn. Demîr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Vê hefteyê nîşana me hebû. Nebû qismet. Her ku kekên min jî gelekî baş bûn. Hûn ji kê bipirsin gelek ji wan hez dikirin. Her tim bi me re bûn.” Demîr, destnîşan kir ku ji bo rewşên wiha lezgîn divê her tim bi tedbîr bin û ev tişt gotin: “Me telefon dikirin lê ambûlansan digot heta ku ji leşkeran fermanê negirin nikarin bên. Em dixwazin berpirsyar bên aşkerekirin lê hewl didin binixumînin.”   APÊ XWE, JINAPA XWE Û XALÊ XWE WINDAKIRIN   Yek ji gundiyan Hatîp Demîr jî di şewatê de apê xwe, jinapa xwe, xalê xwe û hevalên xwe winda kirin. Demîr, diyar kir ku hemû kesên jiyana xwe ji dest dan hevalên wî bûn û da zanîn ku hema bêje hemÛ ciwan bûn û ji bo alîkariya gundê cîran ketibûn rê. Demîr, da zanîn ku li gel bayê hemû di nava şewatê de mane û li gel Mazhar Demîr weke birayan bûn. Demîr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Êşa xalê min cuda ya wî cuda ye. Weke birayê min bû. Em bi hev re diçûn dibistanê. Bi hev re diçûn kar. Her tim bi hev re bûn. Hevaltiya wî biratiya wî cuda bû. Min zanîbûya dê wisa bibe ez da ji bo wî canê xwe bidim. Yên din jî yên me ne. Hemû êşa me ne, tiştekî ku mirov bibêje nîne.”   MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin