Pêşrapora dozgeriyê: Şewata Amed û Mêrdînê ji ber ceyranê derketiye 2024-06-23 19:31:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Di pêşrapora Serdozgeriya Amedê de hate tespîtkirin ku şewata 15 kesan tê de jiyana xwe ji dest daye ji ber ceyranê derketiye.    Di 20’ê hezîranê de li gundên navçeya Xana Axpar a Amedê û gundên navçeya Şemrex a Mêrdînê şewat derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li dijî daxuyaniya çavkaniyên fermî ya têkildarî şewatê ya “şewata pirêzeyan” şahidên bûyerê û rapora Odeya Endezyarên Ceyranê îşaret kirin ku şewat ji ber xetên ceyranê derketiye. Di pêşrapora di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatiye destpêkirin de hatiye amadekirin jî hate diyarkirin ku şewat ji ber ceyranê derketiye.   Di çarçoveya delîlên bi îfadeya gundiyan û şahidan hatin bidestxistin de, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve der barê karesata şewatê de pêşrapor hat amadekirin. Di raporê de hate tespîtkirin ku şewat ji ber ceyranê derketiye. Hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna ku hate ragihandin hatiye berfirehkirin de piştî saziyên têkildar jî hatin guhdarkirin dê rapor di rojên pêş de bê amadekirin.