Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de peyama israra têkoşîna li dijî tecrîdê 2024-06-23 15:43:08   STENBOL - Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya bi pêşengtiya malbatên girtiyan tê lidarxistin de axivî û diyar kir ku dê li her qadê li dijî tecrîdê têbikoşin.    Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya bi pêşengtiya malbatên girtiyan û di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de hatiye destpêkirin didome. Malbatên girtiyan mîna her hefteyê, vê hefteyê jî xwestin li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Îzmîrê Îbrahîm Akin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li çalakiyê bûn. Di çalarkiyê de pankarta “Ji bo aştiya civakî û şikandina tecrîdê deng bide azadiyê” hate hilgirtin û beşdaran pêşmalkên bi nivîsa “Meşa azadiyê” li xwe kirin.    Ji ber ku polîsan destûr nedan çalakî li pêşiya girtîgehê were lidarxistin, malbatan li baxçeyê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dr. Sadî Konuk a Bakirkoyê daxuyanî da.    TECRÎD LI HEMÛ QADAN BELAV BÛ   Parlamenter Akin bal kişand ser girîngiya çalakiyê û ev tişt anî ziman: “Bi dehan rêhevalên me li girtîgehan li ber xwe didin. Ji bo rakirina tecrîdê û anîna azadî, aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, ev çalakî girîng e. Ji ber ku polîtîkaya tecrîdê ne tenê li girtiyên siyasî, li tevahiya welêt tê ferzkirin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê tecrîdê li hemû qadan bidome. Feraseta tecrîdê, feraseteke wisa ye ku hemû mafên mirovan, mirovatiyê û pergala destûra bingehîn a heyî binpê dike. Li dijî vê jî hem li meclisê hem jî li vir dê têkoşîna me bidome.”    Piştî axaftina Akin, beşdaran çalakiya rûniştina ya 5 deqeyan li dar xist. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Silav silav, hezar silav” û “Hem li hundir hem li derve tecrîdê parçe  parçe bike” hatin berzkirin.    Çalakî bi çepikan bi dawî bû.