Rejîma Îranê ciwanekî kurd binçav kir 2024-06-23 15:06:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê ciwanê kurd ê bi navê Aram Ustadî binçav kir.    Hêzên rejîma Îranê li navçeya Seyan Qela ya bajarê Mahabadê ya rojhilatê Kurdistanê ciwanekî kurd binçav kir. Li gorî nûçeya Kolbernewsê; ciwanê kurd Aram Ustadî di 19’ê hezîranê de ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin. Heman çavkaniyê diyar kir ku aqûbeta Ustadî nayê zanîn.    Ciwanê bi navê Dara jî di 14’ê mehê de li bajarê Bokanê yê Rojhilat ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin. Aqûbeta Dara jî nayê zanîn.