TJA çû serdana gundên şewat lê derketî: Encama polîtîkayên şerê taybet e 2024-06-23 14:44:06 AMED - TJA çû serdana karesata şewatê lê derketî. Harîka Peker li ser navê TJA’yê axivî û got ku tiştên diqewimin encama polîtîkaya şerê taybet ê li Kurdistanê ye. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî diyar kir ku dê birînên xwe bi hev re derman bikin.    Şandeya Tevgera Jinên Azad (TJA) çû serdana gundên Tobinî û Herberê yên navçeya Xana Axpar a Amedê û çoltarê gundê Kelekê yê navçeya Şemrex a Mêrdînê ku şewat lê derketibû. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, siyasetmedar Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel jî di şandeyê de cih girtin. Şande ji ewil çû Herberê û bi jinan re civiya. Piştre jî derbasî gundê Tobiniyê bû. Şande li vir bi welatiyan re hate gel hev, sersaxî ji malbatan re xwest û peyamên piştevaniyê da.    Şande piştre jî derbasî gundê Kelekê bû. Şandeya TJA’yê piştre çû sedana mala şînê û piştre daxuyaniyeke kin da. Harîka Peker di daxuyaniyê de li ser navê TJA’yê axivî û wiha got: “Sê roj berê li vir şewat derket û hem li Şemrexê hem jî li Xana Axparê gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Weke TJA’yê em ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin.”    ‘POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET’   Peker, destnîşan kir ku şewata derketî weke rewşekî asayî tê nîşandan û wiha pê de çû: “Weke bûyerekî xwezayî nîşan didin lê ev ne wisa ye. Ji ber bêtevdîriyê hat jiyîn. Îro li Kurdistanê şerekî taybet tê meşandin. Tiştên li vir qewimîn jî parçeyekê wê ye. Gelek mirovên me ji ber van polîtîkayan tên mexdûrkirin. Bi polîtîkayên şer û ewlehiyê Kurdistanê talan dikin. Lewma em nikarin tiştên li vir qewimîn weke tiştên ji rêzê bibînin. Divê hesaba wê were pirsîn. Di dema xwe de mudaxile nehat kirin lewma ewqas kes mirin. Dema li Kurdistanê bûyerek diqewime, her kes xwe bêdeng dike. Bi meha ye bi navê DEDAŞ’ê li vir zilm tê kirin. Polîtîkayek tê meşandin. Berpisyarên vê bûyerê walî û rayedarên DEDAŞ’ê ne û divê îstîfa bikin. Weke TJA’yê heta berpirsyar tên darizandin em ê bûyerê bişopînin.”    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî got ku şewat veguheriye cînayetê û ev tişt anî ziman: “Li vî welatî tişta ku mafê we yê jiyanê diyar dike, xaka we û nasnameya we ye. Heke ev şewat li cihekî derketa dê ewqas kes jiyana xwe ji dest nedabûna. Ji kêliya ewil a şewatê ve şaredariyên me seferberî ragihand. Hewl dan xwe bigihînin walî û qeymeqam. Waliyê ku wê rojê telefonên me ranekirî îro tevî parêzvanên xwe hatiye vê derê. Tenê helîkopteran dikariyan vî agirî vemirînin. Lê gotin yên bi şev dibînin tune ne. Baş e dema şewat bi şev derdikeve dê çi bikin? Helîkoptera ku digotin tune ye, di heman şevê de ji bo kişandina kesên li vir bi hewa bû. Me êşa xwe jiya û dê têkoşîna xwe bidomînin.”    ‘EM Ê ERDNÎGARÎ Û JIYANA XWE AVA BIKIN’    Uçar, bal kişand ser lansmana ji hêla Wezareta Çandinî û Daristanan ve hatiye amadekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Li Aybaşiyê fîloya vemirandina şewatên daristanan dan nasîn. Navê ‘nefes’ li vê fîloyê kirin. Tişta ku dewletê jê re digot ‘nefes’,  li Kurdistanê gelê me bênefes hişt. Me ev polîtîkaye gelek caran dîtine. Dixwazin Kurdistanê vala bikin. Lê em ê xaka xwe bernedin. Em ê b hev re birînên xwe derman bikin. Bi herêma karesatê re bila tevahiya welatiyên me gilî bikin. Ji ber stûnên nehatine guherandin û helîkopterên nehatin şandin serlêdana sûc bikin. Em ê erdnîgarî û jiyana xwe bi hev re ava bikin.”    Şandeya TJA’yê piştî daxuyaniyê ji gund derket.