Par jî li heman herêmê şewat derket: DEDAŞ biqisûr hat dîtin û tazmînat da 2024-06-23 14:43:05   AMED - Derket holê ku par jî li Amedê li heman herêma çendek roj berê şewat derketî û 15 kesan jiyana xwe ji dest dayî şewat derketiye. Piştî serlêdana welatiyan, DEDAŞ biqisûr hatibû dîtin û tazmînat dabû gel.    Di 20’ê hezîranê de li gundên Tobînî û Herberê yên navçeya Xana Axpar a Amedê û gundên Kelekê û Dirînê yên navçeya Şemrex a Mêrdînê şewat derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên gundan dibêjin ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye. Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê (DEDAŞ) jî îdia dike ku şewat ji ber “şewitandina xozanê” derketiye.    Lêkolînên rêxistinên civaka sivîl ên li herêma şewatê didomin. Derket holê ku par jî li gundê Sîpyag ê Xana Axpar ku 20 km’an dûrî gundê Tobîniyê ye şewat derketiye. Bi raporên kesê pispor derketibû holê ku şewat ji ber stûnên ceyranê derketiye. Xwediyên erd têkildarî şewata li Sîpyagê giliyê DEDAŞ’ê kiribûn û Komîsyona Bajar û Hawirdorê ya Baroya Amedê jî pêvajo şopandibû.    DEDAŞ BIQISÛR HATE DÎTIN   Li gorî agahiyan; di 8’ê hezîrana 2023’yan de li herêma Pişt Tawî ya gundê Sîpyagê şewat derket. Di şewatê de 167 donimên erd şewitîn. Xwediyên erd A.C., Ç.C., H.C., N.C. û Ş.C. giliyê DEDAŞ’ê kirin. Di rapora kesê pispor de DEDAŞ “biqisûrên sereke” hate dîtin. Di şewata derketî de DEDAŞ ji sedî 70 biqisûr hate dîtin.    ‘LÊNÊRÎN Û TAMÎR NEHATIYE KIRIN’   Di rapora kesê pispor de hat destnîşankirin ku DEDAŞ ji kontrolkirina û tamîrkirina xetên ceyranê berpirsyar e lê ev berpirsyartî nehatiye cîbicîkirin. Ji ber vê sedemê jî DEDAŞ biqisûr hate dîtin. Di raporê de DEDAŞ ji sedî 70 biqisûr hate dîtin.    Dadgehê jî şêniyên gund mafdar dît û biryar da ku jê re tazmînat were dayîn.    ‘BEHSA XEBERÊ QESDA MUHTEMEL E’   Têkildarî mijarê em bi Sekreterê Giştî yê Komîsyona Hiqûqa Bajar û Hawirdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan re axivîn. Înan, got ku pergala ceyranê ya DEDAŞ’ê ya par bûye sedema şewatê û ya îsal heman pergal e û ev tişt anî ziman: “Bi sala ye tevahiya herêmê li dijî DEDAŞ’ê têdikoşe. Ev bûyer heta dozgeriyê jî çû. Dadgehê DEDAŞ sûcdar dît. Anku ev ne sabiqeya ewil a DEDAŞ’ê ye. Par jî li 3 gundên heman herêmê ji ber têlên DEDAŞ’ê şewat derket. Gundiyan bi xwe şewat vemirandin. Lê di vê şewatê de bi dehan mirov, bi sedan heywan mirin û bi hezaran donimên erd tune bûn. Ev pirsgirêk tenê bi kontrolkirina stûnên ceyranê çareser nabe. Tevî ku DEDAŞ part sûcdar hate dîtin jî îsal bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Li holê karesateke mezin heye. Ev yek ne biqisûra xwe bûyîna sedema mirinê, mijara behsa xêrê qesda muhtemel e. Berpirsyartiya DEDAŞ’ê bi biryarên dadgehê û raporan eşkere ye lê îro bû sedema mirina gelek kesan.”    MA / Heval Onkol