‘Bila cihê şewatê weke Herêma Karesatê bê ragihandin’ 2024-06-23 12:56:46   EDENE - AYKAY-DER’ê xwest ku deverên şewat lê derketin weke Herêma Karesatê bên ragihandin û berpirsyarên wê hesabê bidin.    Têkildarî şewata di navbera navçeyên Xana Axpar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê de derketî li Edeneyê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî li avahiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Edeneyê (AYKAY-DER) hate dayîn. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn.    DAXWAZA ‘BILA WEKE HERÊMA KARESATÊ BÊ RAGIHANDIN’   Hevserokê AYKAY-DER’ê Mûstafa Yildiz da zanîn ku di şewatê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Welatî dibêjin ku karesata şewatê ne ji ber xozanê, ji ber ceyranê derketiye. Dema mirov li van agahiyan dinêre, eşkere ye ku berpirsyar DEDAŞ e. Dewlet û îktîdar di tu karesatan de li cem gel cih negirtiye. Ne di erdhejan de hene ne jî di karesatên lehî û şewatan de. Divê lêpirsîneke hûr û kûr were kirin û hesab ji berpirsyaran were pirsîn. Divê ev der weke Herêma Karesatê were ragihandin, berpirsyarên karesatê bên cezakirin, ziyanên welatiyan bên tespîtkirin û ev zirara wan were pêşwazîkirin.”