Li Şirnexê wesayîta cerdevanan qeza kir: Cerdevanek mir 2024-06-23 12:09:54   ŞIRNEX - Wesayîta cerdevanan li gundê Sewadiyê qeza kir. Di qezayê de cerdevanekî jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Sewadî yê giredayî bajarokê Finikê yê navçeya Basa ya Şirnexê wesayîta ku cerdevan tê de bûn, qeza kir. Di qezayê de cerdevanê bi navê Cûmali Esendemîr jiyana xwe ji dest da û 4 cerdevan jî birîndar bûn. Birîndar ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneya Dewletê yê Şirnexê û nexweşxaneya Cizîrê.