Li dijî Starbucks û Burger Kingê êriş hate kirin 2024-06-23 10:56:19 AMED - Li Amedê komekê êrişî şaxên Burger King û Starbucksê kir. Komekê li Amedê êrişî şaxa Starbucks a li Bulwara Mahabadê ya li navçeya Peyasê û şaxa Burger King a li navçeya Sûrê kir. Koma ku ziyanên madî gihandî kargehan, li dijî Îsraîlê dirûşm berz kir. Di heman demê de hinek xebatkar û mişterî jî derb kirin. Balkêş e ku polîsan mudaxileyî komê nekir.