Gundiyên bertek nîşanî walî dan hatin derbkirin: Walî neçar ma ji gund derkeve 2024-06-23 09:14:11 MÊRDÎN - Waliyê Amedê çû şîna malbatên xizmên xwe di şewatê de winda kirin. Gundiyan ji ber daxuyaniyên walî ku DEDAŞ diparast bertek nîşan dan. Gundiyên bertek nîşan dayîn hatin derbkirin. Ji gundiyan Îbrahîm Eren wiha got: “Rayedar ne gotinên gel lê yên DEDAŞ’ê gundarî dike.”  Di 20’ê hezîranê de li gundê Tobînî û Herberê yên Xana Axpar ên Amedê û gundên Kelekê û Dirînê yên navçeya Şemrexê ya Mêrdînê şewat derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayîn şîn hate danîn. Waliyê Amedê Alî Îhsan Su şevê din çû serdana şîna li gundê Tobîniyê. Walî di daxuyaniya xwe de gotibû “şewat ji ber xozanê” derketiye û gundiyan jî ji ber van gotinan bertek nîşanî walî dan.    Bi berteka gundiyan re nîqaş mezin bû û welatiyê bi navê Ş.Ç. xwest van kêliyan bi kameraya telefona xwe qeyd bike. Parêzvanên walî S.Ç. derb kirin û dîmenên di telefona wî de jê birin. Bi mezinbûna bertekan re walî neçar ma ku ji gund derkve.    ‘BI SALA YE EM JI DEDAŞ’Ê RE DIBÊJIN’   Yek ji welatiyên bertek nîşanî walî dayî jî Îbrahîm Eren bû. Eren, da zanîn ku ji ber karesata qewimî derheqê Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) de serlêdana sûc kiriye. Eren, diyar kir ku diviyabû walî piştî belge û agahiyên rast daxuyanî dabûya. Bi domdarî Eren ev tişt anî ziman: “Piştî lêkolînê dê derkeve holê bê ka şewat ji ber gundiyan an ji ber DEDAŞ’ê derketiye holê. Hemû gundî bûn şahid ku têlên ceyranê bi hev ketin û çirûska ji têlan ketiye nava zeviyên genim ên neçandî derket. Em van tiştan dibêjin lewma bertekê nîşanî me didin. DEDAŞ’ê derheqê min de doz vekiriye. Îdia dikin ku ez agahiyên xelet parve dikim. Gundiyên me jî daxuyaniyên min dane televîzyonan nîşanî walî dan. Min got ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye. Bi sala ye ev têl di vê rewşê de ne û riziyane. Bi sala ye ji bo çêkirina wan em serî li DEDAŞ’ê didin lê nehatin.”    ‘EM TRAVMAYÊ DIJÎN LÊ TEVÎ VÊ JÎ ZEXT LI ME TÊ KIRIN’    Di berdewamê de Eren da zanîn ku welatiyê bi navê Ş.Ç. daxuyaniyên walî û qeymeqam nîşan daye û bi gotina “Hûn derewan dikin” bertek nîşan daye. Eren, wiha pê de çû: “Lê ji hêla parêzvanên walî ve hate derbkirin. Li ser vê yekê me ji walî û parêzvanên wî xwest ku şîna me biterikînin. Welatiyê hatiye derbkirin ji ber fikaran nikare biaxive. Êş û travmayên me hene. Lê tevî vê jî zext li me tê kirin. Tevî tiştên me jiyayîn tên vê derê û dibêjin ‘dewletê reş nekin.’ Em dewletê reş nakin, em hewl didin derdê xwe vebêjin. Hemû gundî baş dizanin ku DEDAŞ sûcdar e.”    ‘DEDAŞ JI BERPIRSYARTIYÊ DIREVE’   Eren, destnîşan kir ku ew endamê AKP’ê yê fermî ye û tu hewldanên wî yên ji bo reşkirina dewletê nînin. Eren, axaftina xwe wiha qedand: “DEDAŞ bi sûcdarkirina gundiyan hewl dide ji berpirsyartiya xwe bireve. DEDAŞ ji bo bedela zirara gundiyan nede dibêje ‘gundiyan şewat derxist.’ Rayedarên dewletê jî ne gel lê gotinên DEDAŞ’ê guhdarî dike. Gotinên me ne siyasî ne jî îdeolojîk in. Mirovên me jiyana xwe ji dest dan û bi trîlyonan lîre zirara me çêbû. Her tiştekî li gund şewitî û mirov nema dikare li vir bijî. Tevî vê jî tên me sûcdar dikin. Banga me ya ji bo rayedarên dewletê ew e ku bi awayekî bêalî li gund lêkolînê bikin, delîl û agahiyan berhev bikin û wisa daxuyaniyan bidin.”