Li Rihayê 57 donim zevî ji ber stûnên ceryanê bûye arî! 2024-06-23 09:01:29   RIHA - Derket holê ku têlên ceryanê yên li Amed û Mêrdînê bûn sebeba şewatê, li Rihayê jî bûne sebeba şewatê. Tarim Orkam-Sen ku li Rihayê têkildarî mijarê rapor amade kir, destnîşan kir ku şewat ji ber çirûskên ku ji têlên ceryanê pijiqîne çêbûye û 57 donim genim ji ber vê bûye arî û maye.    Di şewata di navbera Çinar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de çêbû, 14 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî şewatê, çirûskên ku ji trafo û têlên ceryanê dipijiqin û dibin sedema şewatê, careke din bûn rojev. Li gor daneyên Komeleya Daristanan a Tirkiyeyê (TOD), ji şewatên di sala 2021'ê de çêbûne 124 jê ji ber tesîsên enerjiyê çêbûne.    Di 9'ê Hezîranê de li taxa Alkanli ya Eyyûbiye ya Rihayê, çirûskên ji trafota ceryanê pijiqîn bûn sedema şewatê. Ji ber vê 56 donim zevî şewitî. Şaxa Sendîkaya Kedkarên Çandinî, Daristan, Hawirdor û Sewalvaniyê (Tarim Orkam-Sen) a Rihayê, têkildaîr mijarê raporek amade kir.    Di rapora hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku tevî giliyên gundiyan jî trafo nehatiye tamîrkirin û ji ber vê gelek caran şewat çêbûye.    Ji şêniyên taxê cotkar Muslum Polat anî ziman ku ji bo trafoyê li nava zeviyê wan bê rakirin gelek caran serî li DEDAŞ'ê dane û got: "Tim çirûsk jê dipijiqîn. Ji ber vê di 9'ê Hezîranê de şewat çêbû. Trafo, ceryanê dide 7-8 malan. Lê trafo kîlometreyekê dûrî van malan e. Herî dawî me çend caran gilî kir. Beriya şewata 9'ê Hezîranê 3 carên din jî şewat çêbûbû. Me jî telefonî xeta îxbarê kir. Piştî me gilî kir, gotin em ê çêbikin. Lê piştî 3 rojan 56 donim genimê me bû arî û ma. Em xisirîn, paşê hatin çêkirin."    RAPOR AMADE KIRIN   Serokê Şaxa Tarim Orkam-Senê ya Rihayê Hasan Aslan, anî ziman ku roja bûyerê çûne zevî kontrol kirine û tesudufî rastî zeviya şewitî hatine û dest bi lêkolînê kirine. Aslan destnîşan kir ku sedema şewatê çirûskên ji dîrekên ceryanê yên nehatine kontrolkirin pijiqiyane û got: "Gava em li wir bûn me dîmen girtin. Di dîmenan de jî kifş e ku çaw açirûsk dipijiqin. Beriya vê bûyerê bi 10 rojan gundî telefonî DEDAŞ'ê kirine."    Aslan bilêv kir ku têkildarî mijarê raporên îtfaiyeyê jî hene û got: "Ya divê bê kirin, ew e ku tim dîregên ceryanê bên kontrolkirin."    MA / Ceylan Şahînlî