Di çalakiyên nobetê de banga ‘vîna gel nas bikin’ 2024-06-22 23:17:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên ku li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê nobet digirin banga ‘Vîna gel nas bikin’ kirin. Nobetên ku piştî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve, li pêşiya şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin destpêkirin û çalakiyên rûniştinê yên li gelek bajaran dewam dikin.   EDENE   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr li parka zarokan a li Kolana Çarşamba ya li Taxa Barbaros a navçeya Seyhanê li hev civiyan. Polîsên Tirk tevî ku li bajêr qedexeya çalakiyan tune ye, hewl dan çalakiya nobetê asteng bikin. Girseyê tevî astengiyên polîsan li nava parkê çalakiya rûniştinê li dar xistin.   Girseya di bin dorpêça polîsan de dowîzên “Şaredarî ya me ye, em ê destûrê nedin desteserkirinê” hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zîndanan”, “Qeyûma diz ji Colemêrgê bicehime”, “Qeyûm wê hesabê bide gel”, “Her der Colemêrg, her der berxwedan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.   Li ser navê Rêxistina DEM Partî ya Edeneyê Seyfettîn Aydemîr sersaxî da malbatên kesên şewata di navbera navçeya Çinar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê derket de jiyana xwe ji dest dane û xwest îdiayên derbarê DEDAŞ’ê de bên lêkolînkirin. Aydemîr bang li desthilatdariya AKP-MHP’ê kir ku dev ji desteserkirina vînê berde. Çalakiya rûniştinê bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.   WAN   Çalakiya nobetê ku li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat lidarxistin, di roja 3’an de dewam kir. MEBYA-DER, TUHAY-DER, parlementerên DEM Partî ya Wanê, DBP, TJA, rêxistinên DEM Partî ên bajêr, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.   Hevserokê DEM Partî yê Wanê Veysî Dîlekçî kesên di şewata li Mêrdîn û Amedê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî û got: “Partiya me li hemberî bûyerê giran her tim erka û berpirsyariya xwe bi cih anî û ji roja ewil ve piştevaniya xwe didomîne.” Dîlekçî anî ziman ku çalakiyên ku li dijî qeyûmê li ber şaredariyan dane destpêkirin, wê bi formatekî cuda bidomînin.