Li gelek deverên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin 2024-06-22 19:29:19 COLEMÊRG - Li gelek gund û zozanên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Gelek leşker li herêmê hatin bicihkirin.  Îro danê sibehê li gelek deverên bejahî yên Gever a Colemêrgê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Operasyona leşkerî, li gundên Sorê, Zêvkanê yên Elbakê û ser sînorê Xaşkan, Dirişkê, Lêsek, Derav  ên herêma Geliyê Dirîyan û gundên Soryan, Basan, Bilind Basan, Dêlezi yên Geverê hat destpêkirin.   Danê sibehê bi hezaran leşkerên tirk bi wesayîtên zirxî û helîkopteran ji navenda Colemêrgê û navçeyên derdorê anîn herêmê.     ZOZAN Û MÊRG DI DORPÊÇÊ DE NE   Dema rêyên diçin Meydan Belek, Geliyê Zeynebê û Deşta Geliyê Dolan ji aliyê leşkeran ve hatin girtin, kesên ku çûn bêriyê, rastî lêpirsîna GBT’ê hatin.    Deşta Siyane û Geliyê Masîro yên gundê Lêsek ê girêdayî navçeya Elbak a Wanê, Navşiyan, Çiyayê Morê ya gundê Soryan ê Geverê, Şîşol a gundê Sorê, deştên Kirmik, Şermerzan û Kanîdirêj ên Geliyê Pinyanişî yên Deşta Davana Sorê ji aliyê leşkeran ve hatin dorpêçkirin Hat diyarkirin ku sewqiyata leşkerî hatiye kirin.     ÊRÎŞA LI SER TÎLORANÊ DI ROJA 13’AN DE YE   Êrîşên di 11’ê Hezîranê de li ser herêma Çiyayê Sipêrêzê, kaniyên Horê, Berê Sor û Conî ku gundên Tilorana Jêr û Tilorana Jor ên Geverê lê ne, 13 roj in bênavber didome. Li qadên ku çiyayên Sipêrêz û Omerê lê ne, bi şev tevgera hewayî ya bêmirov heye.