Li dijî cezayê darvekirina lawê xwe banga xwedî derketinê kir 2024-06-22 16:02:37 WAN - Li Îranê cezayê darvekirinê li Hatem Ozdemîr hat birîn. Bavê wî Abdurrahman Ozdemîr xwest her kes li dijî biryra darvekirinê dengê xwe derxe.    Endamê HPG’ê Hatem Ozdemîr di 2’yê tîrmeha 2019’an de li çoltera navçeya Makûyê y Ûrmiyê ya rojhilatê Kurdistanê tê girtin. Dadgeha Îranê bi îdiaya “Serîkirina bi çekdarî ya li dijî dewletê” cezayê darvekirinê lê birî. Dadgeha bilind a Îranê di meha gulanê de ceza erê kiribû.    BANGA XWEDÎDERKETINÊ    Bavê Ozdemîr, Abdurrahman Ozdemîr ê li Agiriyê dijî, anî ziman ku kurê wî beriya hefteyekê telefonî wî kiriye. Bav Ozdemîr anî ziman ku tenduristiya kurê wî baş e û bi hevalên xwe re di heman odeyê de dimîne.   Ozdemîr diyar kir ku ew wî cezayê darvekirinê yê li kurê wî hatiye birîn şermezar dike û wiha got: “Ev cezayê giran tevî ku tu eleqeya kurê min bi dewleta Îranê re nîne jî hat dayîn. Me îtîrazên pêwîst kirin. Em di sedsala 21’emîn de ne, lê hîn jî cezayên wisa giran li mirovan tên birîn. Di vê sedsalê de mirovahî van cezayan heq nake. Divê em kurê min û hemû girtiyan bi tenê nehêlin. Ji bo raya giştî bang dikim, divê her kes çi ji destê wan tê bikin û deng derxînin. Hêviya me ew e ku dadgeh demildest vê biryara xelet paşde bikişîne."