Wezareta Karên Navxweyî: Me sedema şewatê tespît nekir 2024-06-22 11:16:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Walîtiya Amedê û Wezareta Tenduristiyê şewata li Çinarê û Şemrexê wek “şewitandina pirêzeyan” didin nîşandan. Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî Munîr Karaloglû jî diyar kir ku wan sedema derketina şewatê tespît nekirine.     Di şeva 20'ê hezîranê de agir bi gundên girêdayî navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê ket. Di şewatê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 70 kes jî birîndar bûn. Rayedar û saziyên dewletê têkildarî sedema şewatê daxuyaniyên bi nakokî dan. Şêniyên herêmê û şahidên bûyerê diyar dikin ku şewat ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê pêketiye. Lê saziyên dewletê jî agahiyên cuda didin. Walîtiya Amedê û Wezareta Tenduristiyê diyar kirin ku sedema şewatê ji ber “şewitandina pirêzeyan” pêk hatiye. Lê Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî Munir Karaloglu, daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê û Walîtiya Amedê derewand û anî ziman ku wan sedema şewatê tespît nekiriye.      15 HEZAR Û 100 DONIM ŞEWITÎ      Karaloglu îdia kir ku wan bi lez mudaxileyî şewatê kiriye û ev agahî dan: "Di şewatê de 556 sewalên biçûk ango pez mirin. Li Amedê 8 hezar û 100 donim zevî şewitî. Hezar û 450 dolim zeviyên neçinî ne. 6 hezar û 550 donim jî zeviyên hatine çinîn. Li Mêrdînê jî 7 hezar donim zevî şewitî. 4 hezar donim nehatibû çinîn. 3 hezar donim jî hatibû çinîn.”   Karaloglu anî ziman ku lêpirsîna wan a der barê sedema şewatê de didome û Serdozgeriya Komarê dest bi lêpirsînê kiriye.