Li Hîlwanê du malbatan li hev xist: 3 mirî 4 birîndar 2024-06-22 11:10:55   RIHA - Li Hîlwanê di navbera du malbatan de şerê çekdarî qewimî û 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.    Li gundê Xirabsorka Zîna ya bi ser navçeya Hîlwanê ya Rihayê ve di navbera du malbatên ku tê gotin neyarên hev in, şerê çekdarî qewimî û di şer de 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn. Bûyer di saetên şevê de qewimî û 7 kesên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîlwanê û Nexweşxaneya Mehmet Akîfê ya Rihayê. Ji birîndaran 3 kes tevî hemû mudaxileyên tibê jî nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest dan.    Tedawiya 4 kesên birîndar jî berdewam dike.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.