Guneş: Leşkeran rêya diçû herêma şewatê girtibûn hawar negihîşt wir 2024-06-22 10:32:16   MÊRDÎN - Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş ku ji destpêkê ve li herêma şewatê bû, anî ziman ku leşker û polîsan rê girtibûn û welatî nekarîbûn biçin herêma şewatê.    Di şeva 20'ê hezîranê de agir bi zevî û çandiniyên 17 gundên navçeya Xana Axpar (Çınar) û Şemrexa Mêrdînê ket. Di şewatê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 78 kes jî birîndar bûn. Di şewatê de herî zêde gundên Tobinî û Herberê yên Xana Axpêr û  gundên Kelekê û Dirînê yên navçeya Şemrexê zerar dîtin. Şahidan anîn ziman ku agir ji têlên ceyranê bi zeviyan ket. Lê ji ber ku dereng mudaxaleyî şewatê kirin, şewat zû belav bû. Têkildarî şewata li herêmê Parlamentera Partiya Wekhevî û  Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş, anî ziman ku çawa agahî ji wan re hat, ew çûn nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û wiha got: "Di serî de kaosek hebû. Hem kesên jiyana xwe ji dest dabûn û hem jî kesên birîndar li pey hev dianîn nexweşxaneyê."    ‘POLÎS Û LEŞKERAN RÊ GIRTIBÛN'    Guneş da zanîn demek dirêj şewat nehat vemirandin û ev agahî dan: "Cihê şewat lê derket herêmek çiyayî bû. Ji ber vê yekê ambulans û agirkuj nekaribû bi hêsanî bicin wir. Ji ber vê yekê me xwest bi lez helîkopter avê bîne û şewatê vemirîne. Me bi Wezîrê Tenduristiyê re ketin têkiliyê. Leşker û polîsan rê girtibûn. Welatî nikaribûn biçin cihê şewatê. welatiyên xwestin biçin mudaxaleyî şewatê bikin nekaribûn biçin. Ji ber ku welatiyan nekarîbûn mudaxale bikin, gelek kes mirin."    'PIRSGIRÊKA DEDAŞ'Ê YE'   Bêrîtan Guneş, destnîşan kir ku ji bo sedema şewatê divê rastiya DEDAŞ'ê lêkolîn bikin û wiha berdewam kier: "Ji bo rastiya DEDAŞ'ê bê zanîn, divê 40 salên dawî bê lêkolînkirin. Ji ber ku 40 sal in DEDAŞ li herêmê bi pirsgirêk e. Her demsala havînê DEDAŞ ceyranê qut dike û ji bo wê av jî qut dibe. Hûn ji kê bipirsin, dê heman bersîvê bide we. Pergala ceyranê xerabe ye."    'GUNDIYAN 3 ROJ BERÊ DAXWAZNAME DABÛN DEDAŞ'Ê    Guneş, da zanîn ku 3 roj berê li nêzî herêmê dîsa şewat derket û ji ber vê yekê welatiyan daxwazname dabûn DEDAŞ'ê. Gundiyan gelek caran ji bo pirsgirêka ceyranê daxwazname dabûn DEDAŞ'ê. Dîrek û têlên ceyranê yên 40 sal berê ne. Pir kevn û riziya ne. Welatiyan gelek caran xwestiye ku pirsgirêk çareser bibe, lê daxwazên gundiyan nehatiye bersivandin. Piştî agir bi zeviyan ket, şewat ji ber ba zû belav bû. Welatiyan xwest zewayên xwe û çandiniyên xwe biparêzin. lê pêtên agir pir geş bûn û welatî di nava agir de man. ji ber vê yekê 13 gundî di nava agir de şewitîn."    Guneş anî ziman ku piştî agahî ji wan re hat, bi lez koordinasyonek ava kirin û wiha bi dawî kir: "Piştî şewat derket û agahî ji mere hat, Şaredariyên me yên Amed, Mêrdîn, Wan, Şirnex û wekilan bi hevre li gel welatiyan alîkarî dan hev. Xebatek hevpar hat kirin. Divê em şêwirmendiyê bêtir xurt bikin. Ji ber ku îro dewlet û îktîdar xizmetê nake. Xizmeta heyî jî asteng dike. Em bi hemû hêza xwe li vir in û li cem gelê xwe cih digirin."