Ji CHP'ê banga mitînga 'em ê rê nedin qeyûm': Em dikarin bi têkoşîna hevpar ji heq wê derên 2024-06-22 09:18:16 STENBOL - Cîgirê Serokê CHP'ê yê Stenbolê Alî Ekber Comert anî ziman ku wê bi têkoşîna hevpar pêşî li pirsgirêka tayinkirina qeyûm bê girtin û ji bo mitînga ku wê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê di 29'ê Hezîranê de li dar bixin bang kir.    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ku CHP û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî yek ji pêkhateyên wê ne, wê di 29'ê Hezîranê de bi dirûşmeya "Em ê ji bo keda xwe û azadiya xwe rê nedin qeyûm" li Qada Kartalê li dijî tayinkirina qeyûm mîtîngekê li dar bixin. Xebatên mîtîngê bênavber didomin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên ku wê mîtîngê li dar bixin, bal kişandin ser têkoşîna hevpar û banga beşdariya li mîtîngê kirin.    'DARBEYEKE LI DEMOKRASIYÊ YE'   Cîgirê Serokê CHP'a Stenbolê û Sekreterê Perrwedehiyê yê Bajêr Alî Ekber Comert diyar kir ku polîtîkaya qeyûm pirsgirêkeke demokrasiyê ye û got ku pirsgirêka qeyûm tenê ne pirsgirêka Colemêrgê ye. Comert destnîşan kir ku wekî gelek deverên Tirkiyeyê li Coelmêrgê jî hevşaredar bi hilbijartinê hatine hilbijartin û got: "Bi vî awayî li Colemêrgê rêveberiyeke şaredariyê çêbû. Paşê ev rêveberî tune hat hesibandin û qeyûm hat tayinkirin. Qethiyen ev nayê qebûlkirin. Ev, darbeyeke li demokrasiyê ye."    TÊKOŞÎNA HEVPAR   Comert destnîşan kir ku tayinkirina qyeûm tenê ne pirsgirêka Colemêrgê ye û got: "Bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasî, ked û aştiyê dikare pêşî li vê pirsgirêkê bê girtin. Em wekî CHP hay ji berpirsiyariyên xwe hene. Armanca me em bi têkoşîneke hevpar pirsgirêkan çareser bikin. Lewma em her kesî vedixwînin mîtînga hevpar ku em ê di 29'ê Hezîranê de li dar bixin."    Xebatkara Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) Dîlan Sûyû jî anî ziman ku ew polîtîkaya qeyûm qebûl nakin û bal kişand ser berxwedana li Wanê. Sûyû got: "Me dît ku bê gava gel li kuçeyan dengê xwe bilind dike çi qas bibandor e."   Sûyû bang li hemû hunermandan û gelan kir ku beşdarî mitîngê bibin û got: "Dibe ku sibê qeyûm tayinî şaredariyên din jî bikin. Lewma em bang li hemû gelan dikin ku bibin yek deng."    Ji Komîteya Amadekar a Mîtîngê Turker Demîrcî jî anî ziman ku wê mitînga wan mîtîngeke berfireh be û got: "Ji bo vê jî em bang li hemû derdoran dikin ku di vê têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê de cih bigirin."