Nobetên li ber şaredariyan didomin 2024-06-21 23:11:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên nobetên yên li ber şaredariyên di bin rêveberiya DEM Partiyê de li dijî desteserkirina vînê tên lidarxistin de peyama wê têkoşîn bidome hat dayîn.   Çalakiya nobetê ya ku piştî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ber şaredariyê destpê kir, dewam dike.   WAN   Çalakiya nobetê ya li Wanê dest pê kir di roja 2’an de berdewam kir. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Wanê çû serdana çalakvanan. Gel bi xurtî beşdarî çalakiyê bû.   MÊRSÎN   Çalakiya nobetê ya li ber Şaredariya Akdenîzê di roja 18’an de berdewam kir. Gelek nûnerên partiyên siyasî, sendîkayan û gelek kes beşdarî nobetê bûn.  Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm desteserkirina vîna gel e. Derba li demokrasiyê ye” hat vekirin. Di çalakiyê de dirûşma "Bijî berxwedana Colemêrgê" hat berzkirin.   Ji ber şewatên li gelek deverên Kurdistanê didome, nobet bê muzîk û axaftinê berdewam kir.   ŞIRNEX   Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, endamên meclîsên şaredariyê, hevşaredarên şaredariyê û gelek kes beşdarî nobeta li ber Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê bûn. Gel li dijî desteserkirina vîna xwe çalakiya nobetê didomîne.