Cenazeyên kesên ku li Mawayê jiyana xwe ji dest dan ji nexweşxaneyê hatin girtin 2024-06-21 20:24:46   ÊLIH - Cenazeyên Şakîr Erdemcî û Zeynep Ozkanê ku li herêma Mawayê ya Heskîfê di operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest dan, ji nexweşxaneyê hatin girtin.    Cenazeyên Şakîr Erdemcî yê HPG'î û Zeynep Ozkan a YJA-Starî ên di operasyona leşkerî ya di 18'ê Hezîranê de li gundê Xirbêkûr ê herêma Mawa ya Heskîf a Êlihê hat destpêkirin jiyana xwe ji dest dan, ji bo bên definkirin ji nexweşxaneyê hatin girtin. Malbat ji Mêrsîn û Şirnexê hatin serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê dan. Piştî serlêdanê malbatan cenazeyên xwe li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê teşxîs kirin.   Cenazeyê Erdemcî wê li Mêrsînê û yê Ozkanê jî wê li Şirnexê bê defin kirin.    Her wiha Hasret Kaçar û Nûrettîn Tekîn ên birîndar bûn jî, li nexweşxaneyê tên dermankirin.