4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin 2024-06-21 20:15:00 AMED/MÊRDÎN - 4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn li navçeya Çinar û Şemrexê bi beşdarbûyîna bi sedan kesî hatin definkirin.    Kesên di şewata duh de ku li gundên navçeya Çinar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê çêbû jiyana xwe ji dest dan tên definkirin. Abdûrrahman Bûgdayci (16) û Ûbeydûllah Bûgdayci (30) ên li gundê Tobînî yê Çinarê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin.    Bi sedan kes tevlî merasîma cenazeyan bû. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî tevlî merasîma definkirina cenaze bûn.    LI ŞEMREXÊ 2 CENAZE HATIN DEFINKIRIN   Mazhar Demîr û Sînan Devîren ên li gundê Kelekê yê navçeya Şemrex a Mêrdînê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan jî hatin definkirin. Hevşaredarên navçeyên Mêrdîn û Amedê, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî tevlî merasîma cenazeyan bûn.