Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes hatin berdan 2024-06-21 15:18:41   STENBOL - Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes li ser îtîraza parêzerên xwe hatin berdan.    Ji ber xwepêşandana 1’ê Gulanê li Stenbolê 58 kes hatibûn girtin. Ji van kesan 6 kes li ser îtîraza parêzerên xwe hatin berdan. Welatî bi îdiayên, “Beşdariya civîn û xwepêşandana bêqanûn”, “Li dijî wezîfeyê rabûn” û “zirar dane malê cemaweriyê” hatibûn girtin. Ev her 6 kes di encama îtîraza parêzeran de hatin berdan.