Li Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan 2024-06-21 07:58:40 AMED/MÊRDÎN - Li navçeyên Çinar û Şemrexê agir bi gundan ket. Hat zanîn ku li van gundên Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûne.  Duh bi şev li gundên bi ser navçeya Çinarê ya Amedê û gundên bi ser naçveya Şemrexa Mêrdînê ve ku cîranên hev in, şewat derket. Hat zanîn ku agir bi gundên vê herêmê ketiye û belav bûye. Ji ber şewatê li gundên Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku gelek kes jî ji ber şewatê birîndar bûne û li nexweşxaneyên Amed, Mêrdîn û Rihayê tên dermankirin.    Hat zanîn ku li van gundan şewat-agir hatiye kontrolkirin û xebatên sarkirinê didomin. Piştî şewatê vê sibehê li herêma şewatê dîmenek matmayî xwe raxist ber çavan.