Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir 2024-06-21 02:32:11 AMED - Bi serokatiya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn rêveberiya krîzê hat avakirin.    Bi serokatiya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn rêveberiya krîzê hat avakirin. Li herêma ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lê ye şewat hat kontrolkirin. Xebatên cemidandinê didomin. Niha li herêmê 5 wesayîtên tefandina agir û 15 xebatkar xebatên cemidandinê didomînin. Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 10 wesayîtên tefandina agir şandin herêma ku şewat lê didome.    Heya niha der barê mirî û birîndaran de agahiyeke zelal bi dest neketiye. Şewat ber bi Mêrdînê ve diçe.