Berxwedan didome: Em ê rê nedin xespê 2024-06-20 22:32:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên nobedê yên li br şaredariyan de wiha hat gotin: "Em ê rê nedin xespê."    Piştî qeyûm tayinî Şaredriya Colemêrgê hat kirin, li gelek bajaran çalakiyên nobedê hatin destpêkirin. Li ber şaredariyên DEM Partiyê tayinkirina qeyûm tê şermezarkirin.   AMED    Nobeda li dijî tayinkirina qeyûm a li ser Şeredariya Colemêrgê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat detspêkirin, berdewam dike. Li ser avahiya şeredariyê pankarta ku li ser, "Şeredarî yên me ne em destur nadin xaspê" dinivisî hat daliqandin. Di nobeda rûniştinê ya îro de de dengbêjan stranên xwe pêşkeşî gel kirin. Welatiyên ku li ber şeredariyê di nobeda rûniştinê de bûn jî bi guhdarkirina degbêjan nobeda xwe ya îro domandin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Parti ya Amedê Halide Turkoğlu jî tevlî nobeda rûniştinê bû. Çalakiya nobeda rûniştinê bi guhdarkirina dengbêjan ve berdewam dike.    ÊLIH   Çalakiya nobedê ya li ber Şaredariya Êlihê hat destpêkirin, didome. Rêveberên bajêr û navçeyan ên DEM Partî û DBP'ê, TJA û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr beşdarî nobedê bûn û di çalakiyê de dirûşmeya "Qê qeyûm biçin, wê gel bên" hatin berzkirin. Çalakgeran peyama heya şaredariya Colemêrgê cardin bibe ya gel wê têkoşîn bidome.    EDENE   Li Edeneyê jî çalakiya nobedê li Taxa Barbaros a navçeya Seyhanê didome. Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr û rêxistinên civaka sivîlk ên bajêr beşdarî nobedê bûn. Li vir dirûşmeyên "Şaredarî ya me ye, em ê rê nedin xespê" û "Heq, hiqûq û edalet" hatin berzkirin. Çalakgeran destnîşan kir ku heya qeyûm nece wê li kuçeyan bin.    Çalakî bi çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.