Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin 2024-06-20 15:57:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerên tirk li ser sînorê di navbera herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê de, 4 ciwanên ku xwestin derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin îşkence kirin û ew dersînor kirin. 4 ciwanên ji Hesekê, dema hewl didan li nêzî bajarê Dirbêsiyê derbasî Tirkiyeyê bibin, ji aliyê leşkerên tirk ve hatin girtin û îşkence li wan hat kirin. Leşkeran piştî îşkenceyê her çar ciwan dersînor kirin.   Li gor nûçeya ANHA'yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 ciwan rakirin nexweşxaneya bajarê Dirbêsiyê. Yezen Hatim Silêman (27) û Hisên Ecac Ecemo (38) yên ji Hesekê, li nexweşxaneyê tên dermankirin.   Heta niha tu agahî ji her du ciwanên din nehatiye girtin.