Çiyayê Mensûrê hat bombebarankirin 2024-06-20 15:53:49 NAVENDA NÛÇEYAN -Tirkiyeyê Çiyayê Şêx Mensûr ê li Hewlêrê bombebaran kir.    Êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe didomin. Li gor nûçeya Rojnewsê ku spartiye çavkaniyên herêmî, Tirkiye li herêma Balekayetiyê Çiyayê Şêx Mansûrê bi balafirên şer bombebaran kiriye. Nehat hînkirin ku di êrişê de kes miriye yan na.