Dola Qeşûrayê hat qedexekirin 2024-06-20 14:11:34 ŞIRNEX - Herêma Dola Qeşûrayê ku di navbera Qileban û Elkê de ye, heya 15 rojan wekî "herêma ewlehiya demborî" hat îlankirin.    Herêma Dola Qeşûrayê ku di navbera navçeya Elkê û Qileban ên Şirnexê de dimîne, ji 20'ê Hezîranê heya 4'ê Tîrmehê wekî "herêma ewlehiya demborî" hat îlankirin.   Di daxuyaniya walîtiyê de hat diyarkirin ku çûna herêma navborî ji ber "ewlehiya jiyana" welatiyan hatiye qedexekirin.