Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne 2024-06-19 23:05:48   NAVENDA NÛÇEYAN – Di çalakiyên nobedê de ku li dijî binpêkirina vînê hatin destpêkirin, di roja 16'an de dewam kirin.    Çalakiyên nobedê yên li dijî qeyûmê tayinî Şaredariya Colemêrgê hat kirin hatin destpêkirin, di roja 16'an de ne.    AMED   Nobeda li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di roja 16'an de dewam kir. Di çalakiyê de pankarta "Şaredarî yên me ne, em ê rê nedin xespê" û "Qeyûm talan e" hatin daliqandin. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, endamên meclisa şaredariyê, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê, xizmên girtiyan û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Kesên tevlî çalakiya nobedê bûn tim bi dirûşmeyên “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye” tayinkirina qyeûm protesto kirin.    EDENE   Li Edeneyê jî çalakiya nobedê ya li dijî xespkirina vînê li parkeke zarokan hat lidarxistin. Polîsan xwest çalakiyê asteng bikin. Lê belê girseyê tevî dorpêça polîsan jî çalakiya xwe domand.    Girseyê dowîzên li ser "Şaredarî ya me ye, em ê rê nedin xespê" nivîsandî hilgirtin û tim dirûşmeyên "Heq, hiqûq, edalet", "Qeyûm diz bicehime ji Colemêrgê" û "Wê qeyûm hesab bide gel" berz kirin.