Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe 2024-06-19 12:37:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Loûîs Lemkow diyar kir ku Tirkiye hewl dide tecrîda Îmraliyê normalîze bike, ev hewldanên wê qet nayên qebûlkirin û got: “Ocalan aktorekî mezin e û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd kesekî girîng e. Divê azad bibe.”   Zêdeyî 25 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. 39 meh in bi tu rengî agahî jê nayê wergirtin. Mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re, tê astengkirin. Ocalan di bin tecrîdeke mutlaq de tê ragirtin. Komîteya Pêşî Girtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî li dijî bêhiqûqiya li Îmraliyê, bêdengiya xwe didomîne.    Li dijî vê bêhiqûqiyê jî 10’ê Cotmeha 2023’yan pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate destpêkirin. Hîn jî ji beşên civakî yên cuda, piştgirî ji vê pêngavê re tê.   Yek ji Civaknasên Zanîngeha Otonom a Barcelonayê Prof. Loûîs Lemkow têkildarî tecrîda li ser Ocalan ji ANF’ê re axivî.   ‘TECRÎD ZEXTEKE SIYASÎ YE Û NAYÊ QEBÛLKIRIN’   Prof Lemkow anî ziman ku tecrîda Îmraliyê qet nayê qebûlkirin û got: “Şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan, di aliyê hiqûqî de nayê şîrovekirin. Ev tecrîd bi tevahî zexteke siyasî ye û meseleyeke ku nayê qebûlkirin. Lewma şert û mercên ku Ocalan di nav de ye, di rojeva me de ye jî."   Prof Lemkow destnîşan kir ku hewl tê dayîn tecrîda Îmraliyê bê normalîzekirin û got ku pêkanînên li dijî Abdullah Ocalan bi temamî polîtîk in. Prof. Lemkow diyar kir ku ew dixwazin bi destê daraz pirsgirêkên siyasî çareser bikin û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê weke formel demokrasî, lê di rastiyê de rejîmeke zextkar heye. Krîza mafên mirovan a li dijî Abdullah Ocalan jî, encama vê yekê ye. Li Tirkiyeyê demokrasî tê tunekirin. Di mafên esas û azadiyên sivîl de, kêmbûnek heye. Ev li Spanyayê diqewime. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, sîstema darazê tê bikaranîn. Ev ji bo me çavkaniyeke mezin a fikarê ye. Girtiyên me yên siyasî yên alîgirên serbixwebûnê ku ji bo serbixwebûna welatê Katalan kampanya dimeşandin, hebûn. Ji ber ku hikûmeta Katalan rêxistin dikirin, hatin girtin. Ji bo serbixwebûna Katalan, referandûmeke ‘derqanûnî’ lidar xistin û 12-13 sal cezayê girtîgehê lê hatin birîn. Ev bi rastî jî rewşeke nayê qebûlkirin e.   Yanî tişta ku ez dixwazim bêjim, tevgerên alîgirên serbixwebûnê her tim bi terorîzmê tên sûcdarkirin.”   ‘ABDULLAH OCALAN DIVÊ AZAD BIBE’   Prof Lemkow bilêv kir ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, kesekî girîng e û got: “Rola Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd girîng e. Ew aktorekî girîng e. Ez difikirim ku ew pir baş nûneriyê ji daxwazên Kurdan re dike. Lewma divê Abdullah Ocalan azad bibe. Ew ji ber îdeolojî û daxwazên xwe hatiye mehkûmkirin. Ev jî nîşan dide ku ew girtiyekî siyasî ye. Lewma divê Ocalan azad bibe.”