Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala bên berdan 2024-06-19 10:27:34   NAVENDA NÛÇEYAN – Konseya Ewropayê banga berdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala kir.     Raportorê Tirkiyeyê yê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Stefan Schennach di navbera 11-14'ê Hezîranê de li Enqere û Stenbolê hevdîtinan pêk anî. Raportorê Tirkiyeyê yê MPKE’yê yê ku siyasetmedarê ji Avûstûryayê ye Stefan Schennach, li ser pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û berdewamkirina diyaloga bilind a bi Konseya Ewropayê re, bi rayedarên Tirk re hevdîtin kir.   Schennah der barê têkiliyên xwe yên 18'ê hezîranê de daxuyanî da û diyar kir ku di girtîgehê de bi karsaz Osman Kavala û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin pêk aniye.    Li gor nûçeya BBC Tirkî, raportorê Awûstûryayî ragihand ku ew bi rayedarên Wezareta Derve û Wezareta Dadê re û her wiha bi endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya Tirkiyê re hevdîtin pêk aniye.    Schennah di daxuyaniya xwe de got: "Di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên tirk re, min bi bîr xist ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li Strasbourgê ye di nava Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de erkeke qanûnî ye. Min ji rayedaran re got ku Ji bo ku biryarên der barê Kavala û Demîrtaş de bên bicihanîn hemû tedbîrên xwe bê dereng bigirin. Ji bo vê yekê min bangeke xurt kir.”   Raportor bi bîr xist ku Osman Kavala ji cotmeha 2017'an û vir ve di girtîgehê de ye û DMME'yê ji bo berdana Kavala 2 biryar dane û got ku ew cezayê 42 sal cezayê girtîgehê yê di Doza Kobanê de li Demîrtaş hatiye birîn bi tundî şermezarkiriye. Raportor diyar kir ku çareseriya dosyayên Kavala û Demîrtaş di destê dadweriya Tirkiyeyê de ye û ji van her du dosyayên ku di rojeva Komîteya Wezîran de ne re çareseriyeke qanûnî dikare bê dîtin.