'Divê em ji bo girtiyan ji xewa giran şiyar bin' 2024-06-19 09:02:05   WAN - Welatiyên tev li bernameya cejnê ya DEM Partiya Wanê bûne destnîşan kirin ku ew ji ber agahî negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya boykotkirinê ya girtiyan cejnê bi xemgînî derbas dikin û gotin: “Divê em li dijî tecrîdê bêhtir deng derbixin.”    Bi boneye Cejna Qurbanê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di avahiyê partiya xwe de 4 rojan wek bernameya cejnê li dar xist. Di bernameya cejnê de welatî û siyasetmedar cejna hev pîroz kirin û rojeva sereke ya hatiye axaftin jî pêkanîna azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya boykotê ya bi heman daxwazên tê domandin bû.    Welatiyên tev li bernameya pîrozkirina cejnê bûne diyar kirin ku ew ji girtîgehan tu agahiyan nastînin, ji ber vê yekê gelek xemgîn in. Welatî da zanîn ku ji bo daxwazên girtiyan werin qebûlkirin divê raya giştî bêhtir hêz bide çalakiyan.    Nûrî Çelîk destnîşan kir ku di serî de Abdullah Ocalan, hemû girtiyên siyasî tên tecrîdkirin û diyar kirin ku divê êdî ji bo gitiyan rabin ser piyan.    ‘DIVÊ EM JI BO GIRTIYAN DENG DERXIN’   Mehmet Salih Işik da zanîn ku Cejna Qurbanê ji bo civaka îslamê xwedî girîngîyekî ye. Işik bilêv kir ku heman cejn ji bo kurdan di xemgîniyê de derbas dibe û ev tişt gotin: “Bi awayekî derveyî mirovahiyê û bêhiqûqî bi ser girtiyan ve diçin. Tekane sedema ragirtina wan a girtîgehê daxwaza mafên xwe ye. Divê em li kolanan deng derbixin û tiştên tên kirin qebûl nekin.” Işik bi bîr xist ku agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Divê bi Ocalan re hevdîtin were kirin.”    ‘PIRSGIRÊK ÇARESER NEBIN TIRKIYE PÊŞ NAKEVE’   Abdulkerîm Kurdî da zanîn ku di ola îslamê de feraseta ku “tu ji xwe re çi dixwazi, ji bo cîranê xwe jî bixwaze” serwer e û xwest kurd jî wekî hemû gelan xwedî mafên xwe bin. Kûrdî axaftina xwe wiha domand: “Hevalên me bi awayekî bêhiqûqî di hundir de ne. Ji ber hevalên me ne li cem me ne, em coşa cejnê najîn. Em xemgîn in ku girtî ji ber çalakiya xwe bi malbatên xwe re dernakevin hevdîtinê û telofonê nakin. Lê belê heya ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin li Tirkiyeyê tu pêşketin çênabin, dê aramî jî neyê.”     BI SER GIRÎNGIYA YEKITIYÊ SEKINÎ   Şemsettîn Yilmaz jî wiha axivî: “Heke îro tecrîd domdar be ev yek ji pêkneanîna yekitiya kurdan dibe. Tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên jî dîsa jî ji pêkneanîna yekitiyê ye. Bi qasî ku kurd yekitiya xwe pêk neînin dê tecrîd berdewam bike, dê qeyûm li şaredariyan werin tayînkirin. Lewma wekî berxwedanekî ya Wanê pêwîst e.”    ‘DIVÊ JI XEWA GIRAN ŞIYAR BIN’   Macîde jî got ku di girtîgehan de bi hezaran girtî ji ber ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin cejnê pîroz nakin ev tişt gotin: “Cejn bi xemgîniyê derbas dibin. Ji me re cejn nîn e. Birêz Ocalan û zarokên me dîl tên girtin. Bi salan e em ji birêz Ocalan tu agahiyan nagirin. Bi qasî ku serokatî azad nebe dê gelê kurd jî azad nebe. Girtî ji bo balê bikêşin ser rewşa birêz Ocalan dernakevin hevdîtin û telefonê, bertekên xwe nîşan didin. Em jî di malên xwe de rûniştine û bi qasî hewce dike bertekên xwe nîşan nadin. Ev yek kêmasiya me ye. Hewce ye em xwedî li hemû girtiyan derkevin. Êdî divê kurd ji xewa giran şiyar bin. Em xwedî li Serokê xwe derkevin. Bi qasî ku Serokê me azad nebe ne zarokên me ne jî em ê azad nebin.”