Berxwedana li dijî qeyûm didome 2024-06-18 22:59:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê çalakî û xebatên hatin lidarxistin.   Di 3'ê hezîranê de qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hate kirin. Li gelek bajaran li dijî tayînkirina qeyûm xebat û çalakî hatin lidarxistin.    EDENE   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) li bajar li gel partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî li parkekî zarokan a taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhanê çalakiya nobetê li dar xistin. Di çalakiyê de dovîzên bi ser “Şaredarî yên me ne em ê destûrê nedin xespê” hatin hilgirtin. Girse gelek caran dirûşmên “Qeyûm dê hesabê bide gel”, Her der Colemêrg her der berxwedan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.” hatin berzkirin.    Girse beriya çalakiyê serdana esnafan kiriye di çalakiyê de stran gotin û Denîz Poyraza li Îzmîrê hatibû qetilkirin bi bîr anî.”   SÊRT    Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Sêrtê di roja 15’emîn de berdewam kir. Tevî hevserokên şaredariyê gelek kes tev li çalakiyê bûn. Çalakiyên li Misirc, Hawêl û Bajaroka Ziyaretê hatine destpêkirin jî bi çepik û tilîliyan dom kirin.     AMED   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê bi diruşma “Bajarê min nasnameya min e, ez xwedî li nasnameya xwe derdikevim” li Parka Temayê konserek li dar xist. Gelek kes tev li konserê bûn. Di çalakiyê de gekek caran dirûşmên “Şaredarî ya me ye, Colemêrg ya me ye” û “Ji Faşîzmê re na” hatin berzkirin.    Hevşaredarê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Şîrîn Gurbuz anî ziman ew ê biryarên qeyûm nas nekin û wiha got: “Em ê tecrîdê rakin, qeyûman bişînin.”   Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar da zanîn ku ew di 31’ê Adarê de dawî li polîtîkayên qeyûm anîne û ev tişt gotin: “Desthiata ku dixwaze bi dosyeyan peyamê bide me heye. Dê kurd êdî destûrê nedin vê zilmê.”   Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî ev tişt gotin: “Em ji yên ku îradeya me nas nakin re wiha dibêjin, em jî hiqûqa we ya dijminane nas nakin. Dixwazin pergala qeyûm zindî bikin. Qeyûm darbeya demokrasiya li welat e. Rejîma li Kurdistanê tê sepandin rejîma ku rihê yek zilamî derdixe holê ye. Anku heke li cihekî qeyûm bidomin em nikarin li wî welatî qala demokrasiyê bikin. Em nikarin qala maf û edaletê bikin. Qeyûm ji holê rakirina hêviya aştiyê ya vî welatî ye. Di polîtîkayên qeyûm de israrkirin, di polîtîkayên şer de israrkirin e.”    Piştî axaftinan hunermend Kasim Taşdogan derket ser dike. Bi stranên Taşdogan coşa gel zêde bû. Gel bi stranên Taşdogan govend gerandin.