Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne 2024-06-18 19:01:49   MÛŞ - Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan di serdana Şaredariya Mûşê de axiavî û wiha got: “Mûş dê xizmeta heq kiriye bibîne.”    Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di roja 3’yemîn a Cejna Qûrbanê de serdanên xwe yên şaredariyan domandin. Bakirhan îro serdana Şaredariyên li Mûşê kirin. Bakirhan û şandeya pê re îro serdana Şaredariya Mûşê, û ya naveçyên Milazgîr, Gimgim, Kopê kirin Bakirhan piştre serdana Bajarokê Ovakişla ya Bedlîsê kir. Parlamenterên Bajar û gelek partiyî bi Bakirhan re tev li serdanan bûn.    Bakirhan di serdana Şaredariya Mûşê de axivî û wiha got: “Mûş di dilê me de her tim xwedî cihekî taybet bû. Ji ber ku tu caran xizmetê nedît. Gelê me tim ma li benda xizmetê.”    Bakirhan bal kişand ser riyên di nava tozê de mane, çop, pirsgirêka hewînê û bêkariyê û ev tişt gotin: “Heya îro ji bo jinan tu xizmetên berbiçav nehatine pêşxistin. Çavkaniyên Şaredariya Mûşê ji malbatekî, ji alîgirê partiyê re hatine pêşkeşkirin. Lewma dê Mûş xizmeta ku heq kiriye bibîne. Ez ji vê derê carekî din hevşaredarên me pîroz dikim. Em ê bi feraseta ku xizmetê dide tevahiya Mûşê tevbigerin.”