Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû 2024-06-18 18:42:24 ŞIRNEX - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Şirnexê serdanên xwe yên şaredariyan didomîne wiha got: “Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di roja 3’yemîn a Cejna Qûrbanê de serdanên xwe yên şaredariyan domandin. Hatîmogûllari û şandeya pê re ewil çûn serdana Şaredariya Kerboranê ya Mêrdînê. Gelek partiyî tev li serdanê bûn. Hatîmogullari piştre derbasî Navçeya Hezexa ŞirnexÊ bû.    Hatîmogûllari di têketina bajar de bi awayekî girseyî hate pêşwazîkirin û piştre di avahiyê şaredariyê de bi welatiyan re cejna hev pîroz kirin. Hatîmogûllari ji vê derê derbasî Şaredariya Bajarokê Deşta Darê ya navçeya Hezexê bû. Giseya ku cilên herêmî li xwe kiribûn Hatîmogûllari pêşwazî kirin. Di hevdîtinê de girse gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan azadî berz kirin.    ‘DEREWA AKP’Ê YA ASAYÎBÛNÊ EŞKERE BÛ’   Şande ji vê derê derbasî Şaredariya Cizîrê bû. Kurê Orhan Tûnç ê di dema qedexeyên derketina derve de hatibû qetilkirin kulîlk dan Hatîmogûllariyê. Hatîmogûllari di avahiyê şaredariyê de bi welatiyan re cejna hev pîroz kirin. Hatîmogûllari li vê derê bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “Em di rojên cejnê jî li hemû şaredariyên xwe têkoşîna xwe bi awayê herî bi hêz didomînin.”   Hatîmogûllari hinekî ser gotina Serokkomarê AKP’Î Tayyîp Erdogan a ‘asayîbûnê’ sekinî û ev tişt gotin: “Desthilata AKP’ê piştî hilbijartinê qala asayîbûnê kir. Asayîbûna ku dibêjin dê bi tu caran pêk neyê. Derewa AKP ya asayîbûnê li Colemêrgê eşkere bû. Em jî dê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomîn.”   ‘TEKER JÊ KIRINE’   Hatîmogûllari qala texrîbatên qeyûman kir û got: “Neguhezbarên şaredariyan dane wezaretan. Tekerên hinek wesayîtan jê kirine. Li hinek cihan jî av berdane depoyên erebeyan. Li gel van jî em ê xizmeta gelê xwe bidomînin.”   Hatîmogûllari herî dawî serdana şaredariyên Silopiya, û Bajarokê Gundikê Melê yên girêdayî Şirnexê kir û bi welatiyan re cejna hev pîroz kirin.