Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne 2024-06-18 09:06:04 WAN - Hevseroka Şaxa OHD’a Wanê Mehtap Işik destnîşan kir ku tu bingeheke tecrîda ser Abdullah Ocalan tê meşandin nîne û wiha got: “Em bang li Wezareta Dadê dikin, karûbarên me yên pîşeyî tên astengkirin, pêkanîna hevdîtina girtiyekî ya bi malbat û parêzerên xwe re dike di qanûna parêzer û înfazê de heye.”    Ji 35 baroyan 330 parêzer bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di meha çileye de ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Edaletê dan. Vê carî jî ji bo aqûbeta serlêdanê were pirsîn, 74 parêzer serlêdanekî îmze kirin û serî li Baroya Wanê dan.    Ji parêzerên serlêdanê kirine Hevseroka Şaxa Komelaya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Mehtap Işik anî ziman ku ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ev 39 meh in tu agahî nayên girtin û da zanîn ku ew ji tenduristiya Ocalan û 3 girtiyên din guman dikin.    'DIVÊ RÊXISTINÊN MAF Û HIQÛQÊ HESTIYAR BIN'   Işik diyar kir ku divê raya giştî ya cîhanê têkildarî tecrîda li Îmraliyê hestiyar be û ev tişt gotin: “Em difikirin ku divê rêxistinên maf û hiqûqê jî divê di vê mijarê de xebatan bikin. Em difikirin ku CPT ya piştî bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk aniye û daxuyaniyê nedaye bi xirabî li ber peywira xwe radibe. Ji ber ev 39 meh in em bi tu awayî agahî ji birêz Ocalan nagirin.”   HIQÛQA LI GORÎ KES   Işik bal kişand ser biryara “mafê hêviyê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Abdullah Ocalan de daye û axaftina xwe wiha domand: “Biryareke DMME’yê ya ku tevahiya jiyana mirovan di girtîgehê de derbaskirinê rast nabîne heye. Di vê mijarê de çarçoveye qanûnî jî hatiye diyarkirin. Li Tirkiyeyê mixabin li gorî kes hiqûq heye. Em nizanin bê ka dê encamên vê yeke çi bin.”   BANGA WEZARETA EDALETÊ    Işik destnîşan kir ku tu bingeheke hiqûqî ya domandina tecrîda ser Abdullah Ocalan nîne û wiha pê de çû: “Em bang li Wezareta Dadê û Baroyan dikin, pêkanîna peywira me tê astengkirin. Pêkanîna hevdîtina girtiyekî ya bi malbat û parêzerên xwe re bike di qanûna parêzertî û înfazê de heye. Lewma em dixwazin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin.”