Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin 2024-06-18 08:33:50   ŞIRNEX - Li Silopiyayê mamosteyê tacîza zayendî li 3 xwendekaran kir hate girtin.    3 xwendekarên lîseyê ku li wargeha mêran a li navçeya Silopiya ya Şirnexê diman, ragihandin ku mamosteyê wan tacîza zayendî li wan kiriye.    Piştî ku zarokan serpêhatiya xwe bi rêveberiya dibistanê re parve kirin, midûriyeta polîsan hate agahdarkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Silopiyayê têkildarî tacîza zayendî destpêkirî de îfadeya her 3 xwendekaran hate wergirtin. Di çarçoveya îfadeyên xwendekaran de mamoste Sadûn V. hate binçavkirin.    Sadûn V. yê piştî îfadeya dozgeriyê sewqî dadgehê hate kirin bi sûcê “îstîsmara zayendî ya li zarok” hate girtin û şandin girtîgehê.