Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin 2024-06-17 16:14:51   STENBOL - Cîgirê Serokê CHP’ê yê StenbolÊ Alî Ekber Comert ê serdana DEM Partiyê kir wiha got: “Pêvajoyeke zor li benda muxalefetê ye, qeyûm nîşaneya vê yekê ne. Em dikarin van encax bi hev re, li kêleka hev bisekinin û bi mezinkirina têkoşînê bi dawî bikin.”   Di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de serdana cejnê ya nûnerên partiyên siyasî berdewam dike. Di vê çarçoveyê de şandeya ji Cîgirên Serokên CHP’ê yên Stenbolê Alî Ekber Comert û Hulya Ozdemîr pêk dihat serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê kirin. Şandeya CHP’ê ya hate Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Gonca Yangoz, Hevberdevkên Rêxistinkirinê yên Bajêr Tûran Kizilkaya û Devrîm Çapartaş, Hevberdevkên Herêmê Dîlber Demîr û Îlhan Çelîk û rêveberiya bajêr pêşwazî kir.    Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz a di serdanê de axaftineke kurt kir, qala qeyûmê tayînî Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin kir û anî ziman ku ji bilî polîtîkayên qeyûm li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk hene û di bingeha van pirsgirêkan de tecrîd heye.    DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Hevberdevka Herêman a DEM Partiyê Dîlber Demîr, bal kişand ku polîtîkayên qeyûm ên li Tirkiyeyê tenê kurdan eleqedar nake û anî ziman ku ev pirsgirêkeke civakî ye û divê bi hev re were çareserkirin. Demîr, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîdeke ku di kesayeta Abdullah Ocalan de belavî temamê civaka kurd hatiye kirin heye. Îro em hemû di bin tecrîdê de ne. Ji ber vê yekê partiyên siyasî yên ji bilî DEM Partiyê divê tecrîdê bi awayekî wêrek bînin ziman. Heke li Tirkiyeyê tecrîd nebûya birêz Ocalan sê sal in bi neragihandineke mûtleq re rû bi rû nedima.”   ‘DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’    Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Alî Ekber Comert ê di serdanê de axivî jî anî ziman ku pêvajoyeke zor û zehmet li benda mûxalefetê ye û got: “Li vî welatî zilmek heye. Em dikarin bi hev re, li kêleka hev bisekinin û bi mezinkirina têkoşînê vê bidawî bikin. Pêdiviya me zêdetir bi hatina bahev û nîqaşê heye. Divê em jî bi dîroka xwe re hevrû bibin û kêmasiyên xwe bibînin û çareser bikin. Bi taybetî dema DEM Partî û CHP li bahev disekinin sînerjiyek çêdibe, bi wê sînerjiyê hemû çep dikare were cemhev. Me ev yek di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelek baş nîşan da.”