CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm 2024-06-17 13:38:27   ENQERE - CHP’ê û Partiya Gelecekê bi boneya Cejna Qurbanê serdana DEM Partiyê kirin. Rojev hevpar a serdanan bû qeyûm.    Şandeyên partiyên siyasî bi boneya Cejna Qurbanê hin rêze serdan kirin. Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Gelecekê serdana Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat, Cîgirê Hevserokên Giştî Ozturk Turkdogan û endama Meclisa Partiyê (PM) Beyza Zeyno Bayramoglû şande pêşwazî kirin.   PARTIYA GELECEKÊ SERDANA DEM PARTIYÊ KIR   Li ser navê Partiya Gelecekê parlamenterê Îzmîrê Mûstafa Bîlîcî, Cîgira Serokê Giştî Meryem Turktekîn û Şewirmendê Serokê Giştî Muhammet Emîn Parlak di serdanê de cih girtin. Turkdogan ê di serdanê de axivî wiha got: “Em bi nobetên demokrasiyê dikevin vê cejnê. Em ketin serdemeke ku bi tayînkirina qeyûm a li Colemêrgê tunehesibandina vîna gelên me û em vê qebûl nakin. Em ê li dijî qeyûm têkoşîna xwe bidomînin. Welatê me welatekî ku demokrasî, aştî û edaletê heq dike ye. Tenê bila muxalefet di vê mijarê de bi hev re têbikoşe.”   BERTEKA COLEMÊRG Û WANÊ   Parlamenterê Partiya Gelecekê yê Îzmîrê Mûstafa Bîlîcî yê pişt re axivî, li dijî polîtîkayên qeyûm ên ku li dijî ne, bi tevlibûna rêxistinên sivîl ên civakî civînek li dar xistine û got: “Pêkanîna li rojavayê welat çi be em dixwazin li Rojhilat û Başûrrojhilatê welat jî heman pêkanîn hebin. Dibe ku şaredarekî sûc kiribe û ji wezîfeyê hatibe girtin lê divê meclisa şaredariyê di nava xwe de şaredarekê hilbijêre û wiha rêya xwe bidomîne. Ez dixwazim bêjim ku bûyerên li Wan û Colemêrgê em qebûl nakin. Hevî dikim ku ji şaşitiya xwe vegerin.”   SERDANA ŞANDEYA CHP’Ê    Piştî Partiya Gelecekê, şandeya CHP’ê serdana DEM Partiyê kir. Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Denîz Yavûzyilmaz, endama MYK’ê ya Baskê Jinan Azîze Çeroglû û endama MYK’ê ya Baskê Ciwanan Eda Albayrak ji aliyê partiyiyan ve hatin pêşwazîkirin. Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Denîz Yavûzyilmaz ê di serdanê de axivî, diyar kir ku ji aliyê desthilatê ve bi awayekî biisrar siyaseta qeyûm tê domandin û wiha got: “Em weke CHP’ê vê ferasetê qebûl nakin. Li dijî vê ferasetê helwesteke me ya zelal heye. Em di vê mijarê de têkoşîna xwe jî didomînin. Em asta pêşveçûnê ya welatên demokratîk ên cîhanê jî dibînin. Dibînin ku welatên ji demokrasiyê dûr dikevin ketine çi halî û di nava perîşaniyeke çawa de ne.”   Serdanên li Navenda Giştî ya DEM Partiyê tên kirin tê piştî nîvro bi Partiya Seadet û DEVA’yê berdewam bike.    Li aliyê din şandiya ji parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Ûmût Vedat Açar û endamê Meclisa Partiyê Îhsan Seylan pêk dihat di heman saetan de bi boneya cejnê serdana partiyên siyasî kirin.