Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn 2024-06-17 10:33:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama 726 qezayên trafîkê yên di roja duyemîn a betlaneya cejnê pêk hatin de 11 kesan jiyana xwe ji dest da û hezar û 295 kes jî birîndar bûn.    Di 16’ê hezîranê roja yekşemê ku roja duyemîn a betlaneya 9 rojan a Cejna Qurbanê ye de 726 qezayên trafîkê pêk hatin. Li gorî agahiyên Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya parve kirin di roja duyemîn a betlaneya cejnê de 289 hezar û 700 wesayît hatin kontrolkirin. Li 18 hezar û 889 wesayîtan ji ber lez û radar, li 17 hezar û 227 wesayîtan jî ji ber hin kêmasiyan derbarê wan de kirarî hatine kirin.   Di 726 qezayên pêk hatin de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 295 kes jî birîndar bûn. Di hezar û 578 qezayên trafîkê yên di her du rojên betlaneya cejnê pêk hatin de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 716 kes jî birîndar bûn.