Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze 2024-06-17 09:01:44 MÊRDÎN - Tevî ku encama testa DNA’yê ya ji bo endamê HPG’ê Seyîthan Acay ê di şer de jiyana xwe ji dest da hatiye dayîn di sala 2021’an de derketiye jî ji malbatê re nehatiye ragihandin. Dayik Rûkiye Acay, cenazeyê lawê xwe yê li goristana bêkesan hatiye veşartin dixwaze.    Her roja ku diçe li dijî cenaze û gorên endamên HPG’ê binpêkirineke din a dewleta tirk zêde dibe. Cenazeyê Seyîthan Acay (Brûsk Reşît) ê di êrişa hewayî ya piştî şerekî li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê derketî de jiyana xwe ji dest da, tevî ku encama DNA’ya wî derketiye jî cenazeyê wî 4 sal in nadin malbata wî.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Acay di 30’ê tîrmeha 2020’an de ligel du hevalên xwe yên HPG’î di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da. Malbata Acay li ser daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a piştî êrişê ji bo teşhîsê çû Şirnexê. Lê dayik Rûkiye Acay, di nav cenazeyên ku anîne asta nenaskirinê de lawê xwe teşhîs nekir. Malbatê li ser vê yekê ji bo DNA’yê mînaka xwînê da. Bêyî ku encam diyar bibe cenaze li Goristana Bêkesan a li Taxa Bahçelîevler a li navenda Şirnexê hate definkirin.    ENCAMA KU DERKET JI MALBATÊ RE NEHATE RAGIHANDIN    Di dema derbasbûyî de hem ji malbat hem jî ji parêzerên ku encama DNA’yê pirsîn re an gotin “encam derneket” an jî gotin “dozger di betlanê de ye”. Parêzerên ku biryar dan ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê bipirsin ka tahlîla DNA'yê hatiye kirin an na, hînbûn ku encama di Sibata 2021’an de hatiye diyarkirin, ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re hatiye şandin. ATK’ê encama DNA’yê ji parêzeran re neragihand. Ji serlêdana li dozgeriyê hatiye kirin jî hêj bersivek nehatiye dayîn.    NEKARÎ CENAZEYÊ HATIYE PARÇEKIRIN TEŞHÎS BIKE   Dayik Rûkiye Acay diyar kir ku lawê wê di sala 2020’an de di Cejna Qurbanê de jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Dema em ji bo teşhîskirinê çûn ji me re gotin 4 cenaze hene, pişt re em hîn bûn ku 3 cenaze hene. Gotin yek hatiye parçekirin. Min jî jê re got ez ê ji lingên wî nas bikim. Dema ji min re pirsa dê çawa nas bikî kirin, min jî ji wan re got dema zarok bû pez biribû çerandinê û di vê demê de kevir ketibû ser ez ê ji şopa lingê wî nas bikim. Dozger ne amade bû. Em bi saetan li benda dozger man. Piştî ku bi telefonê lê geriyan dozger hat û min bi keça xwe re li cenazeyî nêrî. Her du cenazeyên ewil ne yê me bû. Serê wan nîşanî me dan. Laşê yê din parçe bibû û serê wî nebû. Lingên wî dişibiyan lawê min lê ew bû ew nebû min nezanî. Ji ber wê yekê gotin ku dê testa DNA’yê bikin û encama wê jî dê di navbera 15 rojan de derkeve. Lê bû 15 roj, bû 3 sal ne cenaze dan ne jî tiştekî din.”   ‘BILA CENAZEYÊ MI BIDIN MIN’    Dayik Acay, anî ziman ku di meha tîrmehê de dê 4 sal xelas bibin û wiha domand: “Dozger çima dosyayê îmze nake? Çima cenazeyi nade nizanim. Du hestî jî bin ez ê bigirim û bînim bajarê xwe, ez fethekê bixwînim dê biçekê dilê min rehet be.” Dayik Acay, diyar kir ku cenazeyê wê hêj li Goristana Bêkesan a li Şirnexê ye û ev tişt gotin: “Bêhna min teng dibe. Tenê çend hestî jî bin bila cenazeyê min bidin. Ez ê bînim vir cem malbata wî defin bikim. Ez ê êvara înê biçim ser fethekê bixwînim. Cejn hat em ê weke malbat û xwişk û birayên wî biçin ser gora wî. Dozger çima wiha dike? We kuşt, pişt re we aşkere kir û got ‘me kuşt’. We navê wî û her tiştê wî got. Cejn tê mirov diçin ser gora zarokên xwe. Ez nikarim biçim.”   Dayik Acay, anî ziman ku piştî cenaze teşhîs kir, lawê wê hatiye xewna wê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dem amin di xewna xwe de ew dît, serê xwe dabû ser singa min. Ji min re got ‘Dayê bawer im tu ne li ser hişê xwe bûyî. Ez lawê te me, te çawa lawê xwe nas nekir’. Pişt re êdî careke din nehate xewna min. Dibe ku ji bo min cenazeyê wî ne anî nehate xewna min. Ez dixwazim were xewna min û tiştekê bibêje. Em cenazeyê xwe dixwazin.”     MA / Ahmet Kanbal