ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-17 09:00:01     * Parêzer Cengîz Yûreklî anî ziman ku serlêdana “çalakiya lezgîn” a raporvanên NY’yê dê saziyên din ên navneteweyî jî têxe nava liv û tevgerê û wiha got: “Dema ku komîteyeke NY’yê got ‘îşkence heye’ CPT, KE û DMME nikare bêalî bimîne.”    * Tevî ku encama testa DNA’yê ya ji bo endamê HPG’ê Seyîthan Acay ê di şer de jiyana xwe ji dest da hatiye dayîn di sala 2021’an de derketiye jî ji malbatê re nehatiye ragihandin. Dayik Rûkiye Acay, cenazeyê lawê xwe yê li goristana bêkesan hatiye veşartin dixwaze.    * Jinan li dijî polîtîkayên desthilatê yên ku jinan hedef digirin bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar û wiha gotin: “Têkiliya di navbera tevgera jinên kurd û jinên femînîst ne tenê piştevanî ye, têkoşîna hevpar e.”    * Li Rihayê zeviyên ji îmarê re tên vekirin, bikaranîna dermanên kîmyasal û şewitandina pirêzeyan xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dike. Prof Dr. Alî Riza Ozturkmen ev hişyarî kir: “Xerakirina av û axê gelek hesan e lê rastkirina wê gelekî zehmet e.”   * Denîz Poyraz dê di 3’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Îzmîrê bê bibîranîn. (11.05)    * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û şandeya pê re dê li Sêrtê serdana şaredariyan bike. (11.00-15.00)    * Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê dê nobeta xwe ya li dijî xespa vînê li Qada Şîşhaneyê dane destpêkirin bidomînin. (20.00-22.00)