Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn 2024-06-16 20:02:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Oni û Sachkhere yên Gurcistanê li ser hev bi pileyên 4.5 û 4.1'an 2 erdhej çêbûn.    Li Gurcistanê bi navbera 7 deqeyan bi pileyên 4.5 û 4.1'an 2 erdhej çêbûn. Li bajarê Oniyê saet 18.42'an bi pileya 4.5 erdhejek çêbû. Piştî 7 deqeyan saet 18.49'an li bajarê Sachkhereyê bi pileya 4.1'an erdhejekî din çêbû.    Erdhej li bajarên herêma Serhedê jî hatin hîskirin.